Polîtîk

Berprisê ofîsa merkezîya mediya PDK ji kar hat derxistin

Partiya Demokrata Kurdistanê  (PDK) di çarçoveya cîbicîkirina biryarên kongreya 13ê de li ser xwenûkirin û guhertina berpirsên saziyan  berdewam e.

Li gor wan zaniyariyên gihştîne malpera Rojevakurd, bi biryareke polîtbûroya PDKê, Sero Qadir berprisê ofîsa merkezî ya ragehandina PDK ji  karê wî hat derxistin û Mehmûd Mihemed endamê polîtbûroya Partiyê li cihî wî, weke berprisê ofîsa merkezî ya mediyaya Patiyê hat diyar kirin.

Her di berdewamiya wan guhertinên PDKê piştî kongreya13ê dest pêkirine, Piştîwan Sadiq berprisê Liqa du a Hewlêrê ya PDKê ji karê wî hat dûrxistin û Elî Hisên li cihê wî hat danan.

Herwesa tê çaverêkirin ku PDK hindek guertinan di postên hikûmî jî de bike, bi taybetî di postê cîgirê serokê hikûmetê û postî serokê dîwana serkatiya civata wezîran guhetinan bike.

Nûçeya peywendîdar:
https://rojevakurd.com/politik/7091-PDK-dest-guhertinan-kir-Silmaniy-dest-kir.html

Back to top button