Kurdistanpost bi 80 hezara pound li Londonê hat ceza kirin

Malpera kurdi www.kurdistanpost.com li ser biryare dadgeheke berîtanî  85 hezar Pound  tezîmînat dan şefredaktor û du endamên redaksyona rojmaneya El-şerq El-ewset ku, ji Londonê bi erebî weşana xwe dike.

Malpera Kurdistanpost ku ji Swêdê bi zaravayê soranî weşana xwe dike, nûçeyeke weşand bû û nivîsî bû ku şefredaktor û çend endamên redaksyona rojnamye El-şerq El-ewset ji bona ku hevdîtinekê bi Celal Talebanî serokomarê Îraqê re bike û bîreweriyên wî di rojnameyê de biweşîne, 4 milyon dolar ji serokomar wergirtine.

Li dor vê pirsê, Karter advokate rojnameya El-şerq El-ewset ji çapemeniyê re got ku Alan Madînî edîtorê malpera Kurdistanpost ji aliyê dadgeheke bajarê Londonê bi 80 hezar Pound hat ceza kirin û divê wî perey bode şefredaktor û du endamên redaksyona rojnameya  El-şerq El-ewsetê.

Her li dor biryara dadgehê, Adil El-leysî nûnerê rojmaneya El-şerq El-ewset got: Ew nûçeya Kurdistanpost weşandî ji serî hata binî direw bû û tu esas jê re nebû, me jî li dadgeheke bajarê Londonê şikayet vekir û malpera Kurdistabpost li gir biryara dadgehê hat ceza kirin.

 Weke tê zanîn berî nuha jî dadgeha Swêdê malpera Kurdistanpost ceza kir bû. Ji bo xandina nûçeyaên kevên van her du lînkên li jêr bitikîne:

http://www.rojevakurd.com/civak/3152-Dadgeha-Swd-berpirs-Kurdistanpost-mahkum-kir.html

http://www.rojevakurd.com/kultur/3705-Dadgeh-Kurdistanpost-tawanbar-nianda.html

Nerîna min :