Îroj

9'ê Gulan

9’ê Gulan

Di sala 1945’an û di rojekî wekê îroyê de Şerê Cîhanê yê Duyemîn bi dawî bû.

Şerê cîhanî yê duyem

Şerê cîhanî yê duyem an jî cenga cîhanî ya duyem, şerê duyem ê mezin a sedsala 20’an de yê ku li hemî cîhanê çêbûye. Ev şerê ku di navbera 1939 û 1945’an de ajotiye, bû sedema mirina zêdeyî 60 milyon kesan.

Puxte

Ewropa

Di 1’ê rezbera 1939’an de, Almanyaya Nazî bi peymaneke Rûsyayê ve êrîşa Polandê kir. Di 3’ê rezbêrê de Brîtanya û Fransa ji Almanyayê re qada şerê kir. Almanyayê ji nişka ve Poland, Norwêc, Holand, Belgiya û Fransa di 1940’î de, Yûgoslaviya Yewnanîstan jî di 1941’ê de dagirkirin. Di havînê 1941’ê de Almanyayê êdî Fransa û bi piranî Ewropaya Rojhelat dest xwe xistî bû. Adolf Hitler çi qas xwest ku Brîtanya dagir bike jî, ji bo Royal Air Force benderên Almanya bombe baran kirin, na kanî dest pê bika.

22’ê pûşpera 1941’ê de Hitler bi awayekî jêhêvînekirî êrîşa bi nav û koda nihênî ya Operasyona Barbarossa anî ser Rûsyayê. Almanya di dawîya 1941’ê de heta ber Moskowê hat. Lê, paş re di Parastina Stalîngradê de bin ket û paş de vekêşîye. Artêşa Sor heta Berlînê pey artêşa Almanyayê çû û talî di 30 nîsanê, 1945’an de Almanya bi temamî bin xist.

Wê demê de Dewletên Hevalbendî 1943’an de Îtalya 1944’an de Fransa li dagirkirna Almanyayê filitand û li Berlînê gehîşte Rûsyayê.

Dema Şerê cîhanî yê duyem de zêdeyî 4 milyon cihû di kampên civanê de hatin kuştin.

Asya û Pasîfîk

Japon di 7’ê tîrmeha 1937’an de êrîşa Çînê kir. Di 7’ê barfenbara 1941’ê de Japonê êrîşa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê kir.

6’ê gelawêja 1945’an de Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bombaya atomê avête Hiroşimayê û 9’ê gelawêjê jî Nagasakîyê. Di 15’ê gelawêjê de Japon radest bû.

Back to top button