Nirxandina rewşa Îraq û Kurdistanê a piştî derketina hêzên Amerîkî
Duhî li bajarê Hewlêrê, Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwazî li şandeyeke kongresa Amerîkayê ku ji her du senator John McCain, Lindsey Graham û James Jefry sefîrê Amerîkayê yê li Îraqê û fermandarê hesen amerîkî yên li Îraqê pêkhatbû kir.
Di dîdarekê de, rewşa siyasiya Îraqê û herêma Kurdistanê, mekanîzma geşepêdan û bilinkirina sewyeya têkeliyên dualî bi awayekî ku xizmeta aramî û pêşxistian şiyanên îraqiyan bike, çaresriya pirsgirêkan û xizmetgozariyên pêwîst pêşkeşî hevwelatiyan bike, hatin nirxandin.
Şandeya kongresa amerîkî pêşkeftina herêma Kurdistanê di warên cihê de û weke devereka aram û minasib bo çalakiyên abûrî û bazirganî û avadaniya herêma Kurdistanê bi destkeftiyên giring wesf kirin û herêma Kurdistanê weke mînakeke geş a Îraqê wesif kir.
Her di vê dîdarê de, piştî derketina hêzên amerîkî ji Îraqê, Dewletên Yekgirtiyên Amerîkayê dê çewa alîkariya pirosesa siyasî û demokrasiya Îraq û herêma Kurdistanê bikin, hat minaqeşe kirin. Di vî warî de serokê hikûmeta herêma Kurdistanê rola Amerîkayê li Îraqê û herêma Kurdistanê giring wesif kir û got: ”Şarezayî û tecrûbeya Amerîkayê dê ji bo îstîqrar, geşepêdana demokrasiyê, berdewambûna pirosesa siyasî li Îraqê ku zêdetir xizmeta îraqiyan û çaresre pirsgirêka bike, piştgiryek mezin be.”