Kultur
Mahsun serdana Halebçe kir

Qeymeqamê Qezayê Helebçeya Şehîd Goran Edhem di daxuyaniyekê de da zanîn ku hefteya borî hunermend Mahsum Kirmizi Gûl hatiye Helebçeyê û serdana qeymeqamiyet û monumenta (bîrdarî) Helebceyê kiriye.
Edhem got; “Di bernameya Kirmizigûl de ye ji bo xizmetkirina xelkê Helebceyê, projeyeke hunerî li wî bajarî pêk bîne lê li ser daxwaza wî em çi hûrgiliyek li ser wê projeyê aşkere nakin çimkî di bernameya wî de ye serdana Helebçeyê bike û behsa wê projeyê bike”.
Tiştê ku balkêş e ew e ku Kirmizigûl di serdana xwe de aşkere kiriye ku bav û bapîrên wî xelkê Berzencî ne û ji bo wê yekê jî di serdana xwe de çûye nahiyeya Berzenciyê.
(Dengê Azad)