Bûyera Geverê pravakasyon e
Ji berî çend rojan li Geverê hevalbendên PKK-ê kuştina 7 çekdarên PKK-ê li devera Dersimê protesto kirin. Li gora agahdariyên medya Tirkiye, grubek insan ku endamên Mustazaf-Der in, êrîşê kesên ku protestoyê dikin kirin. Di encam de di nav wan de şer derket. Polis jî ev grub belav kirin.
Piştî demekî hinek kes li ber deriyê komeleya Mustazaf-Der kom bûn û cardin di nav wan û hevalbendên PKK-ê de şer derket. Di encam de cigirê serokê komela Mustazaf-Der Ubeydullah Durna bi hate kuştin.
Piştî vê bûyerê tirsek ket di dilê her welatparêzekî de ku dê cardin bi pravakasyona dezgehên tarî di nav hinek rêxistinên kurdan de şerek nav xwe derkeve. Kuştina ku li Geverê çêbûyî gelek vekirî pravakasyon bû. Armanc ew bû ku, kurdan berdin hevûdin.
Di vê derbarê de daxuyaniya serokê berê yê BDP-ê Selahatîn Demîrtaş gelek erênî bû. Ev kuştin wek pravakasyonekî bi nav kir.
Desteya xebatkarên malpera Rewşen jî di vê derbarê de daxuyaniyek belav kir û dan xuyakirin ku ev pravakasyoneke. Herweha vê bûyera provakatif şermezar dikin. Hêvî ewe ku aliyên vê pirsê ve eleqeder bikaribin rastiya xwe bibînin û provakatorên di nav xwe de eşkere bikin û carek din rê nedin şerek navxwe di nav hinek kurdan de.