Polîtîk

Divê li ser Xebata aşitiyane û demokratîkê pêgir bin

Dewleta Tirk li ser înkar kirin û asîmîle kirina Kurdan hatiye damezrandin.
Dewleta hanê ji bona pêşî lê girtina xebata Kurdan ya legal, aşitiyanê û demokratîk gelek qanûnan derxistiye, sîstema îdarî damezrandiye.
Dewlet bi vî awayî tenê rêka çiya li ber Kurdan vekirî hiştiye.

Herku roja hilbijartina ya 12 Xezîranê nêzik dibe, hewl û cehda dezgeyên bilind yên dadwerî û leşkerê Tirk, ku birêvebirên serekiya siyaseta hanê ya dewletê Tirk in, pirtir dibin.
Herdu sazî û hêzên statokoparêzên din, ji bona Kurd beşdarî hilbijartinê nebe, ji bona ku hilbijartin neyê çêkirinê kar û xebat dikin.

Ji bona gihiştin bi van armancê kirêt dixwazin alozî û rewşa tevlihevî bi ser welat de bigre.
Veto kirina hinek berandamên Kurdan ji aliyê Komîsyona Hilbijartin a Bilind û operasyonên leşkerî ya arteşa Tirk, ji bona vî armancê ne. Dixwazin asteng û kelem derxin li pêşiya proseya guhartin û demokrasî û dergeyê xebata legal û aşitiyane bi ser Kurdan da bigrin.

Ak Partîsî jî daxwaz û planên kîrêt yên hêzên mîlîtarîst û kevneperest agahdar e û baş dizane.
Lê belê hikumeta AK Partîsî, ne tenê bona pûç kirina planên hanê gavan navêje, her usa bi benzinê ve diçe ser agirê.
Axaftina Erdoğan ya paş operasyona Kastamonu, ku têda polîsek hatiye kuştinê, nişana vê yêkê ye.
Erdoxan di axaftina xwe de gêfa Kurdan dixwe behsa tolvekirinê dike; ku halwest û axaftina hanê rê li ber hêzên mîlîtarîst û ajaveger xweş dike.
Divê AK Partîsî bizane, ku yek ji armancên pilanên kîrêt ya hêzên mîlîtarîst û statokoparêz, ew bi xwe ye.
Ji bona vê yêkê divê Erdoxan dev ji gef xwarin û behsa tolvekirinê berde û ji bona ku hilbijartina 12 Hezîranê di zirufa asayî de bê çêkirinê, gavan bavêje û pêşiya operasyonên leşkerê Tirk bigre.

Em wek Partiya Sosyalîst a Kurdistan operasyonên leşkerê Tirk û Kastamonuyê mehkum dikin û ji PKK daxwaz dikin, li ser xwe bin û li ser biryara agirbesê, ku ragihandiye bimîne.
Hêz û aliyên siyasî yên azadî û serbestiya Kurdistanê divê destê xwe bidine hevdu, ji qada xebata legal, aşitiyane û demokratîkê neçine der.
Ji ber ku rêka çareseriya maqul ev e.
Rêka hanê, ku dirêj û dijwar e, bona berjewendiya gelê me ye û divê em li ser vê rêkê pêgîr bin.

6 Gulan 2011
Partiya Sosyalîst a Kurdistan

Back to top button