Kultur

Obama destxweşiyê li nivîskarê kurd Goran Sebah dike

Serokê Amerîkayê Barak Obama destxweşî û sipasiya nivîskarekî ciwan ê Kurd bi navê Goran Sebah Xefûr dike, piştî ku Obama kopiyeke pirtûka Goran weke diyarî ji aliyê nivîskar, werdigire.

Goran Sebah, xwendekarê master li zanîngeha Kansas a amerîkî, romana xwe ya dûyemîn bi navê `Folbrayterekî Iraqî, bi zimanê Ingilîzî li Amerîka di 11ê sibata 2011an de, weşand.

Goran Sebah ku xelkê Hewlêrê ye û ev dû sal in li Amerîka dixwîne, pirtûka wî di heftiya dûyemîn a sibata îsal de ket bazarê de. Goran dibêje: “Min kopiyeke kitêba xwe weke diyarî şand ji Obama re li Koşka Sipî.”
Yek ji stafa Obama bi navê John Bernard ji desteya şêwirmendên Obama yên karûbarên Asya û Rojhilata Navîn, piştî sê heftiyan bi telefonê bersiva diyariya Goran Sebah dide.

Goran Sebah wiha axivî: “Di 31ê Adarê de, John bi telefonê li min geriya û pêşî xwe da naskirin û pişt re peyama Obama ji min re got ku ew jî ev bû: Pirtûka te û diyariya te bilind dinirxînim, destxweşiyê li te dikim û hêvîdar im serkeftî be. Bê guman gelek tiştan ji vê kitêbê fêr dibim, loma di demeke destnîşankirî de dixwînim.”

Pirtûka Goran behsa bextreşiyên gelê Kurd û wan sitem û derewan dike ku hindava gelê Kurd li Rojhilata Navîn û li ser astê navdewletî û hêzên mezin ên cîhanê, hatine kirin. Herwiha behsa sedemên bêdewletbûna Kurdan heya niha, weke mezintirîn neteweya bê dewlet li cîhanê, dike.
Roman behsa polîtîka xelet a Amerîka jî li Rojhilata Navîn dike, û herwiha behsa şaş têgihiştinê di navbera gelên Rojhilata Navîn û Amerîka de jî, dike. Goran dibêje: “Herdû alî bûne qurbaniyên destê terorê û şopandina xelet a medya û siyaseta çewt a Amerîka û dûviktî û sîstema paşketî ya serokên Rojhilata Navîn.”

Heftiya derbasbûyî, Goran Sebah gotarek di rêûresma îmzekirina kitêba xwe li kitêbxaneya Kansas li Amerîka pêşkêş kir ku rasterast ji aliyê kanalên televizyonê yên bajarê Laurence hat pexşkirin.
Goran di Hezîran û Tîrmehê de li van bajaran behsa kitêba xwe dike û kitêbê bo xwendevanan îmze dike: Washington a paytexta Amerîka, New York, Los Angeles, Boston, Dalasi, Hughson û Chicago.

Kitêb li ser malpera amazon.com ku malpereke cîhanî ya kitêbane, hatiye belvkirin. Herwiha li sûkên Keneda, Brîtanya, Ewrûpa û Australia jî ketiye ber destê xwendevanan. Şirketa Publish America pirtûka Goran Sebah çap kiriye û girêbesta wî ya 7 salî ligel heye bo nivîsîna kitêban bo vê şirketê.
Goran Sebah Xefûr di warê rojnamgeriyê de li Amerîka dixwîne û yekem romana wî ya bi zimanê Kurdî bi navê Şaxwênberî Serkirde li Kurdistanê di 2005 û 2010an de hat çap û belavkirin.

Nivîskar hatiye berbijartin bo birina xelata CNN Hero ku salane baştirîn berhem an çalakî li ser astê cîhanê xelat dike. Rêûresma CNN Hero weke yek ji mezintirîn rêûresman li cîhanê tê danîn û salane di cotmehê de li New York tê sazkirin.
Ji bilî nivîsînê, Goran weke wergêr heya niha 22 kitêb ji Ingilîzî kirine Kurdî. Herwiha hilgirê xelata baştirîn wergêr û nivîskar e li Herêma Kurdistanê di sala 2009an de, di festîvala lawê salê de ku ji aliyê Rêxistina Ayinde bo pirsên ciwanan bi hevkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat sazkirin. (Rûdaw)

Balkêş e ?
Close
Back to top button