Cîhan
Sûrî:Kuştina xepêşanderan berdewam e
Roja înê li Surî bi xwîn derbas bû. Li Surî doh di serî de li Şamê û gelek deverên din xwepêşandan pêkahatin. Wek caran hêzên çekdarên Surî êrîşên dijwar birin ser xwepêşenderan.
Li gora agahdariyan doh 32 xwepêşandan hatine kuştin û bi sedan birîndarin.Li gora çelekvanên mafê mirovan radigihînin ji 32 kuştiyan 23 kes li şamê hatine kuştin û di nav wan de 4 jê kurdin.Li gora agahdariyên medya înternetê dide, Evkurd li Şamê taxa Kurdan bi çêkên hêzên ewlehiyê hatine kuştin û navê 3 kesan ji wan eşkere bûye. Navên wan: Soro Efrini, Zerdeşt Şergo û Xezman Sirvan.