Polîtîk

Kurd serxwebûnê dixwazin

Bi pêşniyara rêxistina Cicak a Iraqî û hevkarîya parêzgeha Duhokê, nêzikî 100  rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên cemawerî û pîşeyî yên herêma Kurdistanê kombûneka berfireh hat sazkirin.
Di evê kombûnê de daxwaz hat kirin, ku kar ji bo serbixwebûna Kurdistanê bê kirin û dewleta serbixweya Kurdistanê bi awayekî fermî bê ragihandin.

Di evê kombûnê de beyannameyek jî hat amadekirin ku wêneyekê wê gihêjtiye PNA jî û tê de bi zelalî û bi vekirî daxwaz ji ghemû dezgehên fermî yên  Kurdistanê, Iraqê, cîhanê û rêxistina Netewên Yekgirtî hatiye kirin, ku piştevanîya vê daxwaza rewa ya gelê Kurdistanê bikin û ewî mafî ji xelkê Kurdistanê re berdest bikin.

Di vê beyannameyê de hatiye ragihandin ku:  ”Em daxwazê ji hemû alîyekî dikin di çarçoweya rêkevtinên navdewletî de rêzê li vîn (îrade) a xelkê herêma Kurdistanê – Iraqê bigirin û rêxistina Netewên Yekgirtî  bi xwe serpireştîya referandomekî bike wek wê referandoma ku li başûrê Sûdanê hatî sazkirin, da ku xûya bibe ka xelkê Kurdistanê çi dixwazin û çi şêwazeka girêdana bi Iraqê re pesend dikin.

Vê beyannameyê daxwaza xelkê Kurdistanê bi daxwazeka giring û rewa jî da naskirin.

Di beşekî dine evê beyannameyê de rêxistinên Kurdistanî yên civaka sivîl hêvî jî xweztine, ku ”civaka navdewletî zêdetir li hember deng û mafên rewayên xelkê Kurdistaê bêdeng nebe” û daxwaz ji parlemento û hukûmeta  Kurdistanê jî dikin, ku ”li hember li dûvneçûna hukûmeta federal a Iraqê û hêzên siyasîyên Iraqê bermaber binpêkirina destûra welat û ragihandina dewleta serbixweya Kurdistanê” xwedî helwestbin.

Di vê derbarê de berpirsê navenda Xebata Nû ya Rewşenbîrî, Pehlewan Heyder ku ew û dezgeha xwe yek ji amadebûyên vê kombûnê bûn, ji PNA re weha ragihand: Di vê kombûnê de beyannameyek hat amadekirin û weha tê çaverêkirin ku bi rêyên diyar bo serokatîya herêma Kurdistanê, parlemento û hukûmeta herêma Kurdistanê, parlementoya Iraqê, rêxistina N.Y û çend welatên zilhêzên cîhanê bihê çandin, da ku ew agahdarî daxwaza me ya ji bo sazdana referandomeka cemawerî bin”.

Pehlewan Heyder weha jî da xûyakirin, ku piştî diristkirina astengîyan li hember bi cihanîna maddeya 140 û astengên li hember bi cihanîna destûra Iraqê ew yek bi rewa hat dîtin, ku ji alîyê zêdetir ji 100 rêxistinên NGO yên herêma Kurdistanê ve û bi îmzaya berpirs û nûnerên wan dezgehan daxwazek ji alîyên peywendîdar û bi taybetî jî rêxistina Netewên Yekgirtî re bihê şandin, da ku wek başûrê Sûdanê û welatê Tîmora rojhilat referandomek bo diyarkirina çarenivîsa herêma Kurdistanê bihê sazkirin.

 

Back to top button