Kultur

Le Monde diplomatique kurdî derket!

Hejmara 20ê ya Le Monde diplomatique kurdî ya tîrmehê dîsa bi naverokeke dewlemend derket û li firoşgehên navendî yên çapamenîyê cihê xwe girt. Hejmara 20an ya Le Monde diplomatique kurdî, bi mijarên li ser siyaset û çanda Kurdistan û cîhanê ve dagirtî derket pêşberî xwendevanên xwe.

Di hejmara tîrmehê de du nivîsarên ku ji alîyê redeksîyona kurdî ve hatine nivisandin cih digrin. Ya yekemîn, nîvîsara civaknas İsmail Beşikçi ya bi sernavê ”Piştî referandûma 12ê îlonê, encamên hilbijartinên 12ê hezîranê” ye, ku bi tesbîtên xwe yên balkêş ji bilî nirxandina helwest û daxwazên BDPyê herweha cih dide sedemên serkeftina AKPyê ya di hilbijartinan de jî. Beşikçi, di nivîsa xwe de hin rexneyan li BDPyîyan jî dike û dibêje, BDP, ji bo çareserîyê modela Baskê tîne rojevê, lê belê ne hewce ye ku ewqas dûr biçe û damezirandina hikûmeta Herêma Kurdistanê wek mînak pêşnîyar dike.

Nivîsa duyemîn a redeksiyona kurdî jî bi sernavê ´´Parlamentoya “nû”, destûra “nû”, krîza “nû”:

Hilbijartinên li Tirkiyeyê û piştî wan’’ ku ji alîyê Rıza Dinç ve hatiye nivisandin e. Dinç, di çarçoveyeke fireh de hilbijartinên 12ê hezîranê yê Tirkiye û Kurdistanê dinirxîne. Dinç, di gotara xwe ya têkildar de him li ser pêvajoya hilbijartinê disekine û balê dikşîne ser sozên hikûmetê yê ’’Destûra Nû’’ û him jî krîzên ku piştî hilbijartinê yên sondxwarin û boykota meclîsê dinirxîne. Dinç, di nivîsa xwe de pirs dike û dibêje, ’’Gelo sedemê krîza sondxwarinê bazareke ji bo destûra nû ye an na û nêrînên xwe bi xwendevanan re parve dike.

Le monde diplomatique kurdî, di vê hejmarê de beşa xwe ya “arşîva bîra kurdan“ jî bi du nîvisarên têkildar yên Christiane More ku di sala 1986an de nivisandiye dagirtiye. Christiane More, di nivîsa xwe ya yekem a bi sernavê ’’Li Tirkiyeyê ronesansa têkoşîna çekdarî’’ hatî nivisandin de, têkoşîna çekdarî mîna ronesanseke çekdarî dinirxîne, balê dikişîne ser helwêsta Tirkiyeyê ku ji avabûna xwe ve bi tenê mafekî dide kurdan ku ew jî asîmilekirin û berterefkirina wan e. More, di nivîsa xwe ya duwem ku bi sernivîsa ’’ Li bin siya pevçûna Îraq û Îranê’’ nivîsandiye jî cih dide rewşa rejîmên van herdu welatan û tekoşîna kurdan. More, di vê nivîsa xwe de herweha, li ser têkoşîna hezên kurd analîzeke fireh dike û rewşa dijwar ya di navbera dewletên dagirker û kurdan de heye tîne ber çavan.

LMd-kurdî, di rûpela ´´Çand û Hûner`´ ya vê mehê de jî cih daye danasîna sê pirtûkên nû, ku ji alîyê sê nivîskarên cuda ve hatine nivisandin: Nivîsa Kejo Bajar ya ‘’Meryema Sebrî Silêvanî’’, nivîsa Amed Kanî ya ‘’Mirina Bêsî’’ û nivîsa Salihê Kevirbirî ya li ser pirtûka ‘’Kurdên Nejibîrkirinê’’.

Rojnamê di vê hejmara xwe de şûna ku cih bide wêneyên wênesazên profesyonel, rûpelên xwe bi wêneyên zarokên 3 heta 12 salî ve xemilandiye û herweha di rûpela dawî de jî cih daye pirtûkên zarokan yên kurdî.

Di vê hejmara Le monde diplomatique kurdî de jî, dosyayeke li ser krîzên deynan û aborî yên welatên ewrûpî cih digre. Nivîskarên wek Damien Millet û Eric Toussaint, Max Rousseau û edîtorê Le Monde diplomatique Serge Halimi nivîsên têkildar yên dosyaya mehê nivisandine.

Wekî din hin sernivîsên din yên vê hejmarê jî ev in:

    Wendy Kristianasen: Piştî hilbijartinên Tirkiyeyê yên encam ne surprîz
    Yves Gonzalez-Quijano: Hunera erebî a hemdem:
    Farhan Jahanpour: Serokkomarê îranî li dijî melayan
    Shervin Ahmadi: Desthilata Îranê serdestîya xw ya li ser medyayan winda dike
    Shen Yuan, Guo Yuhua, Jing Jun, Sun Liping: Lêkolînerên çînî doza reforman li welatê xwe dikin
    Alain Vicky: Li Ûgandayê melik, dewlet û erd
    Ibrahim Al-Koni: Cerahîya wezîfeyê
    Rudolph El-Kareh: Pirrengîya mezin a xirîstîyanên Rojhilat
    Guillaume Pitron: Dema ku benîştê erebî dike ku Amerîka li hev bikeve
    Mona Chollet: Bi derbên neşterê jinûve çêkirina dinyayê

Back to top button