Civak

Sûrî: 36 kuştî. Serbaz ji leşker cuda dibin

Li gora daxuyaniya Navenda Sûriye bo mafên mirovan, roja înê xwepêşandan li bajarên, Humus, Dera, Şam,  Haleb û Dêrezorê  bi girsehî pêkhatin. Li herêma Kurdistanê jî di serî de li Qamîşlo li Amudê û deverên din ji ruxandinê rejîmê xwepêşandan çêbûn.
Li gor tê ragihandin, li bajarê Hemayê şer di navbera Opozisyonê û hêzên ewlehiyê de derketiye, tenê li Hemayê li seranserî taxên wê xwepêşandan hebû û herî kêm 8 kes hatine kuştin, wekî din li gorî amarên çalakvanên wî bajarî hijmara kuştiyan gihaye 15 kesan.

Herî dawî hijmara kuştiyan li  Humsê gihaye 17 kesan , wek din li gorî agahdariyan li bajarê Latiqiyê û Dera jî du kes hatine kuştin.

Li gorî PND çelakvanan Sûrî ragihandine ku, îro hijmarek serbazên artêşa Sûriye cûda bûne û di navbera wan û leşkerên rejimê de şer û pevçûn pêkhatine, di vê derbarê de çalakvanekî  ji bo kenala Aljezeera ragihand ku, li Cisir Şixûr nêzkî 100 serbazî ji artêşê cûda bûne, herweha li Humsê jî 50 serbaz cûda bûne ku di nava wan de berpirsekî mezin bi pileya Amîd jî heye.

Back to top button