Cîhan

Mafê runiştinê bidin Penaberên Sûrî

Hinek berpirsên dezgehên partiya Sosyaldemokratên Swêd di derbarê rêkirina pênaberên Sûrî , daxuyaniyek balav kirin û di vê derbarê de siyaseta hukumeta Swêd û taybetä helwesta vezareta derve ya Swêd rêxne kirin.

Di daxuyaniyê de tê ragihandin ku, vezereta derve ya Swêd aliyekî daxuyaniye dertêxê û dibêje bila hevwelatiyên Swêd neçin Sûrî. Ji ber kul i Sûrî hevçûn heye rewş gelekî tevlîheve û jiyana wan dikare bikevê di xeterê de.

Lê ji aliyek din hinek hevwelatiyên Sûrî ku li wek benaber hatine Swêd û dixwazin li Swêd bimînin, hukumet û daîra benaberan biryara derketina wan  ji Swêd dide û runiştinê nadê wan û berê wan dide Sûrî. Li Sûrî kuştin, girtin û îşkence li benda van kesan e.

Di di daxuyaniyê de hatiye ragihandin ku, em wek sosyal demokrat girîngiyê didin jiya insana  û armanca me ji bo jiyanek azad ya hemî insanaye.

Di daxuyaniyê de dibêje: Ji berî heftiyekî kesek hevwelatiyê Sûrî bi navê Fars Mahmud birin balefirxana Arlanda da ku wî rêkin Sûrî. Lê li Arlanda xwepêşandanek bi hêz çêbû û rkirina wî sekinadin.

Herweha ji hukumeta Swêd tê xwestin ku bila rûniştinê bide hemî kesên ku ji Sûrî hatine û hêdî derxistan wan ji Swêd bi temamî bête sekinandin.
Daxuyanî ji aliyê van dezgehên partiya Sosyaldemokratan ve hatiye ragihandin.

GABRIEL WIKSTRÖM
Serokê  rêxistina gencên Sosyaldemokrat(SSU)

LENA SOMMESTAD
Seroka Jinenên Sosyaldemokrat( S-kvinnor)

MAGNUS NILSSON
Serokê xwendevanên Sosyaldemokrat( S-studenter )

JONAS BERGSTRÖM
Endamê desteya serokatiya Sosyaldemokrata ji bo û hevkariyê( Socialdemokrater för Tro & Solidaritet)

Rojevakurd

Back to top button