Di komegorekê de 713 termên kurdan hatin dîtin
Serokê komeleya medenî ya taybet bi gorên bikom li wîlayeta Dîwaniye eşkere kir ku 713 termên enfalkiryên kurd li komegorekê de hatine dîtin.
Yehiya Qesîr serokê senterê mafê mirovî bo karûberên şehîdan û gorên bikom li wîlayeta Dîwanye di daxuyaniyekê de ji Sumer News re got ku grûpeke taybet ji wezareta mafê mirovî ya hikûmeta Îraqê ji encamê xebatên xwe yên geriyan li dûv gorên bi kom, li rojavayê bajarê Dîwaniye ku dikeve bşûrê Îraqê, termên 713 kesan ku kurd in hatine dîtin.
Qesîr got:
– Hemû terim bi ser şeş çalên dirêj de di komegorekê de hatine dîtin û ji bo tiba şeriyî bo bajarê Necef û Bexdayê hatine hinartin, piştî fehis û lêkolînên pêwîst bo bên kirin biryare di merasimeke taybet de teslîmî hikûmeta herêma Kurdistanê bên kirin.
Şarezayên gorên bi kom texmîn dikin ku 105 komgor li wîlayeta Dîwaniye li başûrî Îraqê hene û hêşta piraniya wan komgoran nehatine kolan.
Rojevakurd