Civak

10 Kurdên Sûriyê ji Silêmaniyê tên derxistin

Gava Cegerxwîn Elî serdana rêveberiya îqame (nişîngeha) Silêmaniyê dike, di cih de tê girtin û dûre jê re dibên divê di hundirê 6 rojan de bi xwe û malbata xwe ji Silêmaniyê herin. Cegerxwîn, derxistina xwe weke “biryareke siyasî” binav kir, lê wekîlê wezîrê navxwe Celal Şêx Kerîm dibêje: “Pirsgirêka Cegerxwîn a ewlehî û nişîngehê heye.”

Cegerxwîn ku Kurdekî Rojavayê Kurdistanê dema du salane li bajarê Silêmaniyê dijî, ew weke dehên penaberên din ên Sûriyê û parçên din ên Kurdistanê divê her çend mehan serdana nişîngehên Kurdistanê bike bi mebesta nûkirina nişîngehê.

Derxistina vî Kurdî, ku çalakvanekî siyasî ye, di demekê de ye rewşa navxwe ya Sûriyê bi tevahî têk çûye û Kurdên Sûriyê jî bûne armanca rêjîma Sûriyê, bi taybetî yên ku karê siyasî dikin.

Cegerxwîn Elî pêşî endamê polîtburoya Partiya Wîfaqa Demokrata Sûrî bû û dema 5 mehane îstîfa kiriye, dibêje: “YNK di aliyê darayî de piştgiriya Wîfaq dike, ji ber ku min dev ji vê partiyê berda, lewma biryar dan min ji Silêmaniyê derxin.”

Lê sekreterê polîtburoya Partiya Wîfaqa Demokrata Sûrî Neşet Mihemed red kir partiya wan niha pereyan ji YNKê werbigire û got: “Rast e heya berî salekê jî, YNKê pereyên kêm didan me, lê saleke alîkariya me nake.”

Derbarê sedemê îstîfakirina Cegerxwîn Elî jî, navbirî got: “Cegerxwîn bi biryara partiyê di orta Hezîrana îsal de hat tecmîdkirin, dûre bi xwe hat û îstîfa kir.”

Cegerxwîn piştre li Silêmaniyê kar kiriye, bo peydekirina debara jiyana malbata xwe ku jin û du zarokên wî hene. Ew dibêje “gava min serdana fermangeha nişîngeha Silêmaniyê kir daku nişîngeha xwe nû bikim, min girtin û min xistin zindanê û ji min re gotin, heya malbata te ji Silêmaniyê dernekeve em te bernadin, lewma neçar bûm vê biryarê cîbicî bikim û di vê rewşa niha Sûriyê tê re derbas dibe min hevjîn û zarokên xwe şandin Sûriyê, dema 6 rojan jî dane min daku ez jî ji Silêmaniyê derkevim.”

Cegerxwîn Elî ku vêga li bajarê Hewlêrê rûdine. Ji xênî Cegexwîn daxwaz ji hinek Kurdên din ên Sûriyê jî hatiye kirin ji Silêmaniyê derkevin, Cegerxwîn got: “Di hundirê 10 rojên borî de 5 hevlwelatiyên Kurdên Rojavayê Kurdistanê ji aliyê îdareya Silêmaniyê hatine derxistin. Bi rastî dilê me şikest, ku ez Kurdek bim, di rewşa Sûriyê ya niha de û sê zarokên min hebin li Herêma Kurdistanê biryara derxistina me derkeve, ji dêvla me hembêz bikin, me derxin.”

Cegerxwîn dûr nabîne derxistina wî biryareke siyasî be û got: “Dûr nabînim tiştê li Silêmaniyê tê kirin derheq Kurdên Kurdên Sûriyê tê kirin bi zexta rêjîma Sûriyê be.”

Lê wekîlê wezareta navxwe li Silêmaniyê Celal Şêx Kerîm red kir derxistina Cegerxwîn biryareke siyasî be û got: “Pirsgirêka wî ya ewlehiyê hebû û bi biryara dadwer hatiye derxistin. Ev ne rast e ku me penaberên Sûriyê ji Silêmaniyê derxistibin, rênîşanên me hene li ser wergirtina mafê mabûnê, her kesê ku nişîngeha wî nehatibe nûkirin, divê bê derxistin.”

Lê belê Cegerxwîn got: “Min ne dadwer dîtiye, ne biryara dadwer, şevekê li girtîgehê bûm, heya hevjîn û zarokên min ji Silêmaniyê derketin. Ti pirsgirêka min ya ewlehiyê nebû, bigire berpirsên fermangeha nişîngeha Silêmaniyê jî ji min re gotin em dizanin ti pirsgirêka te tune, lê ji jor ve ferman ji me re hatiye, ku divê di hundirê 6 rojan de ji Silêmaniyê here.”

Tevî ku Cegerxwîn dev ji partiya Wîfaq berdaye, lê sekreterê Wîfaq got: “Nedibû biryara derxistina wan derkeve, vêga tiştê em dizanin çend kes li Silêmaniyê ku Kurdên Sûriyê ne hatine derxistin û em li dijî wê biryarê ne.”

Li gor serjimêriyeke ner fermî, çend Kurdên Rojavayê Kurdistanê li Silêmaniyê akincî ne. berdevkê kampanyaya azadiya Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê Can Êzîd Xelo nûçeya derxistina Kurdên Rojavayê Kurdistanê ji Silêmaniyê piştrast kir û got: “Di dema çend rojên borî de biryara derxistina nêzîka 5 Kurdên Sûriyê û malbata Cegerxwîn, ku ew jî ji 5 kesan pêk tên ji Silêmaniyê hatiye dayin, hinek ji wan ji bo derveyî Herêma Kurdistanê hatine derxistin. Ew bi hinceta xilasbûna dema mabûna wan ji Silêmaniyê hatine derxistin.”

Berpirsê ragihandina Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê Nûrî Birîmo ku li Herêma Kurdistanê dijî li ser pirsgirêka nişîngeha Kurdên Sûriyê dibêje: “Heya vêga li Dihok û Hewlêrê ti kes li ser meseleya nişîngehê nehatiye derxistin, bi ser de jî hinek kes hene nişîngeha wan jî xilas bûye, lê biryara derxistin yan tesfîrkirina wan derneketiye.”

 

Hêvîdar Ehmed/Rudaw

 


Back to top button