Polîtîk
Ew jî hate girtin

Li Stanbulê di çerçova doza KCK-ê de, polisan li ser mal û cihê karên endamên BDP-ê de girtin û gelek kes binçav kirin.
Li gora agahdariyan 41 kes hatin girtin û hêjî biryara girtina 70 kesî heye. Di nav girtiyan de Prof. Dr. Buşra Ersanli jî heye. Buşra Ersanli endamê komisyona amadekirina desturêye.
Bi fermana serdozerê Stanbulê ev operasyon li dijê endamên BDP-ê pêkhatiye. Dema vê operasyonê gelek balkêşe û taybetî girtina Buşra Ersanli herkes matmayî hişt. Buşra li zanîngeha Marmara de mamustaye û endama Meclisa Partiya BDP-ê ye. Herweha li ser navê BDP-ê di komisyona amadekirina di destura nû de jî cih digire.