Şûjina di çavên xwe de nabîne….
Li bakurê Kurdisanê hûn partiyên di nava îxanetê de ne, bi qasî yên başûr rexne dikin, li wan nakin. Partiyên bi partiyên îxanetkar re tifaqê dikin, hûn wan bi qasî yên başûr rexne dikin, wan rexne nakin.
Bûbê Eser
Li tirkiyê û li bakurê Kurdistanê ev sed salin ku dagirker lê dixebitin da ku hemî hêjayiyên gelê kurd têk bibe. Kar û xebatên wan, Plan û projeyên wan hemî li ser vî asasî hatiye meşandin û dimeşe.
Weke diyar e ku çi dema welatek tê dagirkirin, dagirker tenê bi vê nayên ser. Ew dixwazin mejî, bawerî û çanda wî gelî jî dagir bike da ku ew weke milet nemîne.
Ji ber ku tenê bi dagirkirina erdekî tu nikare miletekî bi temamî dagir bike. Loma piştî dagirkirina welatekî û dûre bi dagirkirina mejî û baweriya wî miletê li ser wî erdî dijî, tu milet tune û wî xelkê ji hebûna wî dûr dixe.
Miletê zimanê xwe ji bîr kir, orf û adetên xwe bi kar neanî, partiyên wî bû bin perçe perçe û her perçak bi serê xwe tevbigere, aha wê demê ew milet bi temamî wenda dike û weke milet êdî namîne.
Bi vî reng û awayî heta niha li ser rûyê vê cîhanê gelek welat û miletên qewîm, împaratoriyên mezin wenda bûne.
Piştî dagirkirina welatê me Kurdistana bi hebûn, adet û çanda xwe miletekî mezin bû, ji bona têkbirin û tunebûna wî ev sed salin dagirker têdikoşin. Tê dikoşin da ku kurdan tune û erda wan bikin yên xwe, xebatê dikin.
Lê di nava vê xebata dagirkeran de jî, kurdan her li ber xwe dane, ji bona xwe, ziman û adetên xwe wenda nekin, kar û xebatên mezin kirine.
Bi saya wan kar, berxwedan û tekoşîna gelê Kurd em li başûrê Kurdistanê bûne xwedî perçeyeke erda azad, Lê ev ne li gor berjewendiya dagirker û hin pêgirtin wan bû. Ji bona perçê azad têk here heta niha çi ji dagirkeran hatiye texsîr nekirine û nakin.
Bi hemî rê û olaxên xwe, bi hemî hewldanên xwe, bi saya pêgirtin xwe yên kurd ji bona bighêjin armanca xwe kar û xebat kirine û dikin.
Ji bona ev perçê azad ji destê kurdan derkeve, ji bona kurd bê welat û îmkan bimîne û weke kole bijîn, dagirkerên me li gel pêgirtin xwe li ser kar in.
Lê hezar mixabin hin kurdên me yên qaşo navê rewşenbîriyê li xwe kirine bi zanetî an bi nezanî karên wan jî bûye rexne û haqaret li başûrê Kurdistanê, kirin. Ji dêlva em vir biparêzin li dij wê derdikevin.
Sedema vê jî ew ku ev sed salên ji bona dagirkerên me, rewşenbîr, ronakbîr û hin ji siyasetmedarên me biguherin kar dikin. Di vî karê xwe de heta niha bi ser ketine. Ji ber ku li bakurê Kurdistanê ziman, adet û hêjayiyên kurdewarî nehiştine. Mejî û bawewriya wan hatiye dagirkirin. Loma gelek ji wan jî nema dikarin weke xwe bifikirin,
Ji ber vê ye ez dibêjim:
Ji bona Kurd li her çar perçên Kurdistanê bi ser bikevin û em weke milet bighêjin maf û azadiya xwe, divê her perçe problem û arîşeyên xwe li gor şert û mercên xwe, bi xwe çareser bikin.
Bakurê Kurdistanê têk çûye û di sikrata mirinê de ye. Lê hezar mixabin hin ji aqilmendên me yên bakurê Kurdistanê ku xwe zane û fîlozofên bakur dizanin, derd û êşa wan, rexne û heqaretên wan tenê mayê başûrê Kurdistanê. Tu dibêje qey bakur azad kirine, loma bi başûr ve mijûl in. Heyran carekê bi wan zanînên xwe, aqilekî bidin bakur da ku ew jî bikaribin weke başûr xwe azad bike.
Li bakurê Kurdisanê hûn partiyên di nava îxanetê de ne, bi qasî yên başûr rexne dikin, li wan nakin. Partiyên bi partiyên îxanetkar re tifaqê dikin, hûn wan bi qasî yên başûr rexne dikin, wan rexne nakin.
Ji bona tifaq ango eniyek neteweyî pêk neyê, kî dibin asteng bi wêrekî nabêjin û nanivîsînin. Ev ne aqilekî rast û helwesteke durust e. Ka berê bakur jî weke başûr azad bikin, dûre dev bavêjin başûr.
Ma qey hûn dixwazin ew azadiya li başûr heye ji destê me here. Li xwe vegerin çareseriyekê ji bona bakurê Kurdistanê bînin da ku em bizanibin bi rastî hûn rewşenbîrên gelê xwe ne. Li ser navê rexneyên nermik û germik, bi dijminatiya başûr mirov nabe rewşenbîr.
”Berî şûjina di çavên xwe, dûre derziya di çavên kesên din de bibîn”.