
Endamê polîtburoya Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) û wezîrê berê yê Darayî yê Iraqê Hoşyar Zêbarî, bi tundî rexne li hinek endamên lijneya darayî ya Parlamentoya Iraqê girt û got, ew ne tenê di warê darayî û aborî de nezan in, belkî zimanê Erebî jî nizanin.
Endamê Polîtburoya PDKê Zêbarî got: “Hinek ji endamên desteya darayî ne tenê şiyanên aborî û darayî hene, belku bi Erebî jî nizanin“. Zêbarî, di tora civakî ya medyaya civakî de li ser Twitterê derbarê gotûbêja bûdçeya li Parlamentoya Iraqê de wiha got: “Civîna Parlamentoya Iraqê ya ji bo gotûbêjkirina bûdçeya giştî ya Iraqê îsbat kir ku pêwîst e hin endamên lijneya darayî biçin kursa fêrbûna Erebî”.
Di berdewamîya daxuyanîya xwe de Zêbarî got: “Ew endamên lijneya darayî ji raya giştî re îsbat kirin ku rêzimana Erebî jî bi herî hêsan nizanin. Ji bilî vê, ew bingehên darayî û aborî yên bingehîn nizanin û biryarê li ser çarenivîsa welêt didin”.