Sosyolog, siyasetzan û nivîskarê Kurd Mucahît Bîlîcî rexneyên tund li HDP û siyaseta wê girt û anî zimên ku HDP ne partîyek siyasî lê partîyek performancê ye. Mucahît Bîlîcî, di hevpeyvîna xwe de anî zimên û got: “HDP ne partîyek siyasî ye. Ew partîyek performansê ye. Binêrin, Ümit Özdağ û Sinan Ogan partîyek siyasî û kesayetên siyasî ne. Lê kesên di nav HDPê de ne siyasetmedar in, memûr in. Kes hurmetê nade HDPê Ji ber ku HDP bi xwe rêzê li dengê Kurdan nagire. Kes hurmeta tiştekî di bêrîka we de nagir. Eleqeya Demîrtaş ji ya HDP mezintir e. Ji bo ji kelebçeyên ku PKK li siyaseta Kurd xistiye derkeve, hêvîya Kurdan ji Selahattin Demirtaş heye. Heger ew zilamên ku li ser navê Kurdan çekan bikartînin li Kurdan difikirin, bila bên ser dilovanîya xwe û bibêjin êdî bes e. Jixwe têk çûne. Ew lîztika gerîla qediyaye“.
Mucahît Bîlîcî di hevpeyvîna xwe ya bi rojnameya Serbestîyet de siyaseta Kurd û HDPê nirxand. Bîlîcî dibêje: “Kesên di nav HDPê de memûr in, ne siyasetmedar in. HDP partiyek memûr e. Dibe ku memûr yan efserê PKK bin, yanî ez nikarim di vê mijarê de bi îdia bibim, lê dibe ku ji PKK talîmata xwe bigirin. Ji ber ku li serê kesên ku serê xwe piçekî bilind dikin dixin û dibêjin, rûne, cihê xwe bizane, durû, tu kî yî? Me bedel daye, yan jî tiştekî wisa. Baş e, bila leşkerên ku darbe pêk anîn û artêşên ku welat rizgar kirin, ji ber ku wan bedel dan her û her li welat hukum bikin?“.
Bîlîcî, bi berdewamî got: “Di nava HDP de kesên delal jî hene; Selahattin Demirtaş carina şêrîn e. Lê bi kêmanî potansiyela wî ya siyasetê heye. Ew potansiyel bi berdewamî tê tepisandin. Em hê wê cesaretê nabînin ku serbixwe tevbigerin û bi Demîrtaş re gavek nû bavêjin. Ji ber vê yekê partîyek ku di bin desthilatdarîya dînozorên li Qendîlê bin bifikirin. Ez vê hevahengiyê di vê wateyê de dikim: Di warê fikirîn, xwendina temen, rêzgirtina siyaset û demokrasiyê de… Ji ber vê yekê mêrik derdikeve û dibêje emê piştgirîyê bidin filan kesî û heman gotinê dike. Bira tu “terorîst” dihesibî, ger mejiyê te hindik be divê bizanibî ku di van şert û mercan de gotinek wiha nebêje. Pir eşkere ye ku ev gotin wê teqez li dijî we bên bikaranîn. Ger tu van gotinan dibêjî, yan tu dinyayê nas nakî yan jî niyeta te xerab e. Bi her awayî ji bo Kurdan trajediyek mezin e ku siyaseta Kurd di bin lepên zihniyetek wiha, zihniyetek leşkerî-totalîter de ye. Divê demokrasîya Kurd ava bibe“.
Bîlîcî, da zanîn ku HDP Kurdan wek çalakvanên kolanan bi kar tine û got: “Îro miletekî 30 milyonî daxistine asta çalakvanên kolanan. Ev heyf e. Rûmeta Kurdan hatiye tunekirin. Kurd çi hez dikin? Li dora xwe binêre… Ew ji vê yekê hez dikin ku Kurd penaber bin, bindest û lêdanê bixwin. Rûmeta Kurda hatiye binpêkirin û Kurd kirine mîlîtan. Binêrin, dema dikarin bibin leşker, ji xwe re dibêjin mîlîtan, ji xwe re dibêjin gerîla. Ji dêvla ku bibin netewe, ew berê Kurdan didin cîhekî din. Dixwazin Kurd li welatê xwe nebin, tim penaber bin, tim koçber bin“.