Sûdanî: Em piştgiriya avakirina dewleta Filistînê dikin

Bi destpêkirina şerê Hamas û Îsraîlê re serxwebûna Filistînê jî zêdetir ket rojeva dewletên cîhanê. Gelek rayedarên dewletan êdî di wê baweriyê de ne ku heta dewleta Filistînê ava nebe wê pirsgirêkên Îsraîl û Filistîniyan xelas nebin.
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî jî ket nav karwanê serxwebûna Filistînê û got ku Iraq piştgiriya gelê Filistînê û avakirina dewleta Filistînê dike.
Muhammed Şîa Sûdanî, di peyama xwe ya ji bo roja piştevaniya gelê Filistînê re de got: “Îro roja piştevaniya ji bo gelê Filistînê ye, em piştgiriya xwe ya ji bo avakirina dewletekê li tevahiya axa Filistînê piştrast dikin”.
Sûdanî bal kişand ser girîngiya bidawîkirina rageşiya li herêmê û got ku divê êrîşên li dijî sivîlên li Xezzeyê bên rawestandin.
Serokwezîrê Sûdanî herweha di peyama xwe de bang li welatan kir ku dawî li rageşiya Filistînê û Îsraîl bînin.