Li Tirkiyê sermiyanê 62 kes û 20 dezgehan hatin cemidandin

Li gor biryara ku di Rojnameya Fermî de bi îmzeya Wezîrê Xezîne û Darayiyê Mehmet Şîmşek û Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya hat weşandin, li Tirkiyê ji ber têkiliya wan ên bi PKK re sermiyanê (mal û milkê) 62 kes û 20 dezgehan hatin cemidandin.
Bi îmzeya Wezîr Mehmet Şîmşek û Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya biryara cemidandina mal û milkên 62 kes û weqif û komeleyan di Rojnameya Fermî de hat weşandin.
Di biryarê de hat diyarkirin ku serlêdan di çarçoveya “Qanûna Pêşîlêgirtina Fînansekirina Terorê” ya bi hejmara 6415an de ye, û hat gotin ku “dibe li dijî vê biryarê îtîraz li Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya têkildar bê kirin”.
Di biryarê de mal û milkên 62 kes û 20 saziyên hiqûqî yên wek weqif û komeleyan bi îdiaya “fînansekirina terorê” hatin cemidandin.
Kesên qanûnî yên ku malên wan hatine cemidandin li Avûstûrya, Belçîka, Brîtanya, Danîmarka, Fransa, Swêd, Swîsre, Japonya, Îtalya, Norwêc, Iraq, Sûriye, Almanya û Awûstralya kar dikin.