
Supermodela 28 salî Gîgî Hadîd, ku keça bavekî Filistînî ye û bi nivîsa xwe ya di derbarê Îsraîlê de raserî bertekên mezin hatibû, neçar ma ku şiroveya xwe ji holê rake û ji ber nivîsa xwe poşman bû.
Gigi Hadîd, a ku di şerê Îsraîl û Filistînê de bi awayekî eşkere alîgirê Filistînê bû, sere wê bi peyama wê ya dawî re ket belayê û neçar ma peyama xwe jê bibe.
Hedîd, di nivîsa xwe de wiha gotibû: “Îsraîl tekane welatê cîhanê ye ku zarokan wek dîlên şer digire”.
Di peyamê de înfografîkek li ser zarokê bi navê Ehmed Almanasra hatibû belavkirin ku wek “di 12 saliya xwe de ji aliyê dagirkiriya Îsraîlê ve hatiye revandin” hatibû nivîsandin.
Di grafîkê de hat îdiakirin ku zarok di hucreya yekkesî de tê ragirtin û wiha gotibû: “Bi sedan zarokên Filistînî di girtîgehên Îsraîlê de girtî ne û êş û azarê dikişînin”.
Piştî van gotin û peyamê, modela 28 salî raserî gelek rexne û bertekan hat neçar ma peyama xwe jê bibe. “Ez poşman im”
Modelê wiha got: “Mixabin min mînakek şaş bi kar anî û ez ji vê poşman bûm. Mebesta min ew bû ku ez balê bikşînim ser mafên mirovan. Ne ku zerarê bidim tu însanî, Cihû jî di nav de ye”.