Polîtîk

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsûlê nû yê Fransayê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsûlê Giştî yê Fransayê Jan Braim kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, di posta xwe ya nû de hêviya serkeftinê ji Jan Braim re xwest û diyar kir ku Herêma Kurdistanê amade ye ji bo pêşdebirina peywendiyên dualî piştevaniyê bike.

Serkonsolosê nû yê Fransayê Braim jî amaje bi wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê li ber çavê Serokkomarê Fransa Emmanuel Macron û gelê Fransa xwediyê pêgehek girîng û taybet e, herwiha daxwaza welatê xwe ji bo pêşxistina peywendiyên ligel Herêma Kurdistanê di warên cuda de dûpat kir.

Di hevdîtinê de behsa pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê hat kirin.

Back to top button