Polîtîk

Matsumoto: Civîna me li gel Mesrûr Barzanî berhemdar bû

Balyozê Japonya yê li Iraqê Futoshi Matsumoto, ragihand ku hevdîtinên wî ligel Serokwezîr Mesrûr Barzanî berhemdar bûn û teqezî li ser bihêzkirina peywendiyên Japonya û Herêma Kurdistanê kirin. 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Balyozê Japonê li Iraqê Matsumoto di merasima Komeleya Xwendekarên Perwerdeya JICA de, ku roja 28ê Mijdarê li Hewlêrê hat lidarxistin, geşepêdana peywendiyên dualî û projeyên hevbeş gotûbêj kirin. 

Futoshi Matsumoto di parvekirina xwe ya li ser platforma medya civakî X de diyar kir ku hevdîtinên wî yên bi Serokwezîr Barzanî re berhemdar bûn. Balyozê Futoshi Matsumoto diyar kir ku di hevdîtinê de nêrînên li ser xurtkirina peywendiyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Japonyayê de hatin gotûbêjkirin û got: “Me li ser mijarên danasîna dibistanên Herêma Kurdistanê bi sîstema perwerdeya Japonê, pêşxistina projeya pakijkirina kanalîzasyona Hewlêrê û xurtkirina danûstandinên bazirganî gotûbêj kirin”.  

Balyoz Matsumoto balkişand ser wê yekê ku wan soz daye Serok Barzanî da ku hemû hewlên xwe ji bo bihêzkirina têkiliyên li gel Herêma Kurdistanê û giringiya danûstandinên aştiyane yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bikin.

Back to top button