Rejîma Îranê 6 girtiyên Kurd îdam kirin
Dewleta Îranê 6 girtiyên Kurd ên ku ji dosyayên cuda cezayê darvekirinê li wan hatibû birîn, îdam kir.
Hat ragihandin ku ji wan girtiyên îdamkirî 4 kes ji xelkê Îlamê û 2 ji wan jî ji bajarê Kohdeşît a Mehabadê û parêzgeha Loristanê ne.
Li gor agahiyên rêxistinên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê, roja 29ê Mijdarê girtiyê Kurd ê bi navê Eyub Kerîm ê xelkê Mehabadê ku 14 sal in di girtîgehê de bû, li girtîgeha Qizil Hisar a bajarê Kerecê ya Îranê hat îdamkirin.
Li gor zanyariyên bi dest ketine, Eyub Kerîmî û 6 kesên din di sala 2009ê de li Mehabadê bi tohmeta kuştina melayê mizgeftê yê bi navê Ebdulrehman Tîna hatibûn desteserkirin û di Adara 2016ê de li dadgehê biryara darvekirinê li wan hatibû birîn.
Doh jî girtiyên bi navê Îqbal Fethullahî yê ji Îlamê û Muhsîn Emîrayî li Kohdeşît a parêzgeha Loristanê li girtîgeha Qizil Hisar a Kerecê hatin îdamkirin û her du Kurd berî 5 salan bi tohmeta bazirganiya madeyên hişber hatibûn mehkûmkirin.
Li gor agahiyên rêxistinên mafên mirovan, doh 3 girtiyên din ên Kurd ên bi navên Şehram Muhammedbegî (38), Elî Axammuhammedî (47) û Nasî Maksûdî ku li girtîgeha bajarê Îlamê hatibûn girtin, hatin îdamkirin.