Cîhan
Balafireke leşkerî ya DYA li okyanusê kete xwar

Balafireke leşkerî ya bi tîpa ‘Osprey’ ya DYA’yê li nêzî Girava Yakuşîma ya Japonyayê ket okyanûsê. Hat ragihandin ku di balafirê de 8 kes hebûn.
Ewlehiya Peravê ya Japonyayê got ku di derbarê bûyerê de, di nav de ewlehiya kesên di keştiyê de, ti hûrgiliyên din tune ne.
Li gor nûçeya kanala MBC ya Japonî, şahidên bûyerê gotin ku motora çepê ya balafirê agir berdaye behrê.