Cîhan

Stenbulê du teqînên bi hêz

Şevîdin piştî yariya fotbolê di navbera Tima Beşîktaş û Bursasporê de demjimêr 22.30 dema ku yarî dawî hat û temeşevan belav dibûn  du teqînên mezin çêbûn.Teqîn a yekem bi otomobilek bombekirî li dijê polisên li deverê pêkhat û piştre jî nêzik cihê teqîna  yekem  45 saniya kesek xwekuj jî xwe teqand.Wezirê navxwe yê Tirkiye Suleyman Soylu piştî herdu teqîna daxuyaniyek da û behsa encama teqînê kir.Heta niha di encama herdu teqîna de, 29 kesî jiyana xwe ji dest daye. Ji wan 27 polisin û 2 jî sivîlin. 166 kes jî birîndarin. Ji bo rewşa birîndara hêjmara kuştiyan dikare zêde bibe.Tê ragihandin ku 10 kes jî hatine binçav kirin.Ji bo teqînê li Tirkiye rojek şîn a fermî hate ragihandin.

Back to top button