Cîhan

Hikûmeta Kurdistanê êrîşa Stenbolê şermezar dike

Hikûmeta Kurdistanê bi daxuyaniyekê êrîşa terorîstiya êvara roja 10.12.2016ê li bajarê Stenbolê qewimî û di encam da bi dehan hevwelatî û polîsan jiyana xwe ji dest da û birîndar bûn bi dijwarî şermezar dike û sersaxiyê li malbatên qurbaniyan û gel û hikûmeta Tirkiyeyê dike.Hikûmeta Kurdistanê di daxuyaniya xwe de dibêje ku li her dera terorîst derfeta xwe bibînin dê li dijî hemû buhaêyn mirovatiyê qorza xer biweşînin û bicengin û reftarên wan li dijî hemû buhayê mirovatiyê ne. Li gor daxuyaniyê, binbirkirina terorîstan û hizir û fikir û çavkaniyên terorê divê armanca serke ya hemû hêzên cîhanê yên pêşketî û azad be. Hikûmet û gelê Herêma Kurdistanê gelek ku gelek baş li êş û azarên terorê têdigihe, her ji destpêkê li bereya pêşiyê ya cenga dijî terorîstên DAÎŞ de bûye û bi hevkariya hevpeymanan serketinên mezin bi ser terorîstan de bidest xistine.

Back to top button