Statukoparêzan winda kir

Referandum  çebû, milet biryara xwe da. Ji % 58 ji guhertinan re gutin erê. Bê goman dê erê, rê li gelek tiştên nû veke û ji bo cihbicihkirina demokrasiyê gavek pêş be. Referandum welê ye hinek dibêjin erê hinek jî na. Helwesta BDP-ê boykot bû. Ev helwesta partiyek siyasî bû. Lê ev helwest prosesa îro ya siyasî ve nagunca. BDP-ê li gora Ak-Partiyê siyaset kir û biryara boykotê da.Biryara boykotê, giranî li Hakarî, li şirnex û li Batmanê bandora xwe kir. Li Diyarbekir, Wan, û Igdirê bandora boykotê hebû.  Li deverên din bandora boykotê gelek hindik bû.Herweha li gelek deveran bûyer hebûn ew bûyer bi xwe bû sedemek ku xelk li hinek deveran ji malê xwe derneketin.

Lê ya herî girîng di referandumê de dengên erê bi zêdahî derketin û ew guhertinên destûrî ji aliyê xelkê ve hatin pejirandin. Ji aliyek din piraniya kurdan çûn ser sendoqan û ji % 92-95 gotin erê. Li temamê bajarên Kurdistanê yên çûyin dengên xwe dayîn gotin erê û îrada xwe ji bo guhertinan dan nîşandan û dijê statukuyê helwesta xwe danîn. Tenê li bajarekî kurda got na, Dersim. Li Dersimê pirsa olî ket pêşiya pirsên netewî. Dersimê mixabin parastina statukoyê kir. Lê dema mirov bi temamî referandumê binirxîne kurd serketin. Li himber hemî asteng û leyiztikan kurd çun ser sendoqan û gotin erê.

Vê referandumê de daxuyakirin ku kurd dixwazin pirsa wan bi medotên demokratîk bêne çareserkirin û li dijî şer û tundiyê helwesta xwe danîn. Gelemperî encama referandumê li dijê statukuyê serkeftinek bû. Di 30 saliya salvegera  12-ê îlonê de, milet bersiva generalên milîtarîst da.

Di dema referandumê de gelek gengeşeyên tund çêbûn, ji bo prosesa referandumê bête sabote kirin gelek leyiztikên qirêj hatin kirin. Hêzên tarî û statukoparêzan gelek berxwe dan.Leşkeran bi kuştina 9 çekdarên PKK-ê provakasyonek mezin pêkanîn. Di encama vê bûyerê de, li Wanê, Hakarî, Geverê, Şirnex, Cizîrê, Misirbînê û hinek deverên din ev du roj bûn xwepêşandan hebûn. Di nevbera xwepêşandan û polisan de hevçûn hebûn. Vê yekê li van deveran gelek vekirî bandora xwe li rêjeya dengdanê kir.

Niha ji bo hukumetê û Ak-Partiyê jî pêvajoyek nû destpêkir. Ak-Parti divê vê carê îrada milet ya daxwaziya guhertinan  baş binirxîne û ji vê encamê  bi gelek erênî bêxe rojeva siyasî de. Ji berî her tiştekî divê gav ji bo pêkanina destûrek nû, sivîl û di tê de cihê kurdan jî heyî bêne avêtin.

BDP divê di vê referandumê de peyama kurdan baş tê bigihe. Wek serokê BDP-ê Demirtaş dayî xuyakirin  helwesta kurdan ji bo siyaseta BDT ne serkeftine. Dema mirov bi awayek realîst berê xwe bidê encama referandumê, boykot ser neketiye. Dema mirov li rêjeya  dengdana referanduma ji berî niha(sala 2007-ê) çêbûyî binêre rewş dê zelaltir be. Herkesê neçûyî li ser sendoqan û dengên xwe nedayîn nayê wê wateyê ku referandum boykot kirine. BDP welê hesaba dike ku rêjeya dengdanê ji % sed e, û yên deng nedayîn di xaneya boykotê de dibîne.

Têbiniyek:Piraniya nirxandinên têne kirin li derdora  7-8 bajarên Kurdistanê wek bingeh tê girtin. Kurdistan ne tenê ev bajarin. Ev yek berê tevgera kurd teng dike. Li gora nexşeya siyasî bajarên Kurdistana Bakur evin: Sêwas, Erzîncan, Erzurum, Ardahan,Qers, Dersim, Bingol, Elezîz, Meletye, Mereş, Entab, Kilîs, Adiyaman, Urfa, Diyarbekir, Mûş, agirî, Ixdir, Wan, Bitlîs, Sêrt,Batman, Mêrdîn, Şirnex û Hakarî.

13.09.2010
Dara Bilek

Nêrînek

  1. “..Herkesê neçûyî li ser sendoqan û dengên xwe nedayîn nayê wê wateyê ku referandum boykot kirine..”\nDi helbijartina 2007 da, dengê BDP ji baykota (rapirsîyê-referendûm) zide bûn. \nBi kurtî mirov dikare bibêje, ku enîya ergenekonê têk çû.\nGor encama rapirsîyê, divê birêz O. Baydemir rew$a xa(xwe) nû da binirxîne. Li berku camêr berî helbijartinê ti$tekî wusa gotî bû.

  2. Rêzdar Dara Bilek ez destweshiye li te dikim. Rasti nirxandinek objektife û raste.deste we saxbe..\r\nHozan Amêdî

  3. Kek Dara sipas bo nivîsara te lê gotina te ya “Kurdistan ne tenê ev bajar in” ne di cih de ye. Lewra malpera we jî carcaran di nexsheyan de Kurdistanê bi chend bajaran dide pêsh.\n\nHeger hatibe bîra we, li gel ewchend rexneyan jî we bi ya xwe kir û nexsheya ku Tirk bi navê Kurdistanê didin pêsh, neanî xwarê. Em ne wekî mirîdên Apo ne, em ne kor û kerr in, dibînin.\n\nDi wê nexsheya we de jî înkariya Kurdistanê dihate kirin. Di wê de jî Meletî, Xarpêt, Erzîrom, Riha, Dîlok, Kilîs, Skenderûn, Gurgum, Ezirgan ûêd nebûn. Îro vê hishyariyê bikin helbet xelk jî gotina xwe dibêje.\n\nXêra xwe hinekê bi baldarî wêneyan hilbijêrin. Her nexshe ne ya Kurdistanê ye. Mixabin malpereka Kurd niha wekî sîmbol, nexsheya Kurdistanê înkar dike, bi navê “Kurdistan” bikartîne. Lê me ewqas rexne kir jî guh nedan me.\n\nHêvî dikim hûn dilê xwe negirin.\n\nSerketin di karê we de.

Nerîna min :