Civak

Erê: 58 Na: 42

Îro ji serê sibehê heta evarê li Tirkiye û Kurdistanê ji bo referandumê dengdan hebû. Li Kurdistanê hinek bajaran bûyer çêbûn. Beşek ji xelkê kurd neçûn ser sendoqan û referandum boykot kirin. Lê beşek mezin ji kurdan çûn ser sendoqan û girsehî ji bo guhertinên destûrê gotin erê.

Li Tirkiye  statukuparêz û kemalîst ji bo ku dengên na serbikevin bi hemî quweta xwe kar kirin. Lê vê carê biryat ya gel bû. Û gel gote erê. Ji % 58 gotin erê û ji % 42 jî gotin na.

Back to top button