Polîtîk

Spasnameyek ji Mekteba Siyasî ya PDKê

Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) peyamek ji partî û kesayetên Kurdistanî yên her çar parçeyên Kurdistanê re şand.

Teksta peyamê wiha ye:

Spasnameyek ji Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê

Li ser navê Mekteba Siyasî û Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê, em spasiya Serok, Sekreterê, Mekteba Siyasî, serkirdayetiya partî, kesayet, siyasetmedar û aliyên têkoşerên Kurdistanî û Iraqî yên her çar parçeyên Kurdistanê dikin. .

Her wiha spasiya nûneratiyên welatên Herêma Kurdistanê û Iraqê, sazî, rêxistin, çalakvanên civaka sivîl, navend, saziyên zanistî û medyayî, kesayetiyên olî, civakî û akademîk, nûnerên civakan, gelê berxwedêr û dilsoz ên Kurdistanê dikin. 78. salvegera damezrandina partiya me di 16ê Tebaxê de, bi peyam û pîrozbahiyên xwe beşdarî pîrozbahiya vê salvegera pîroz bûn. Peyamên we yên ji bo birêz Serok Mesûd Barzanî û Mekteba Siyasî ya partiya me di vê bîranîna birûmet de ku ruhê biratî û têkoşîna hevpar hilgirtiye hêjayî spasî û pêzanîna me ye.

Em hêvîdar in ku hemû alî hêz û şiyanên xwe bi gotareke hevbeş û îradeyeke siyasî bikin yek ji bo bihêzkirina yekrêziya hêz û aliyên siyasî ji bo bidestveanîna armancên xwe yên rewa û yekkirina prensîbên demokrasî, bihevre jiyanê û aramiya siyasî, aborî û civakî.

Her wiha spasiya Pêşmergeyên qehreman, malbatên şehîdan, kadro, rojnamevan, endam, alîgir, dost û girseyên dilsoz ên partiya me dikin ku bi berpirsyarî û serbilindî bi çalakiyên curbicur cejna damezrandina partiyê pîroz kirin.

Careke din em spasiyên xwe ji bo hemî aliyan radigihînin..

Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê

25ê Tebaxê,

Back to top button