Civak

Spasnameya serok Barzanî

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi minasebeta bidawîhatina merasima  sersaxiya xwedê jêrazî Şêx Ebdulla Barzanî, pismamê min ku, kesayetiyekî mirovdost, paqij, civakî, ji ehlê tesewifê bûye, yek ji murîdê herî nêzîkên Şêx Ehmed bûye, li cem Barzanî jî gelek xweşdivî bûye û li tevgera rizgarîxwaza gelê me de pêşmergeyê her du şoreşên Îlon û Gulanê bûye, bi sedema Kurdperwerî û helwestên şoreşgeriyê derbederî gelek dîtiye û hatiye nefî kirin û ji wê dema ku termê nemiran vegeriyan axa Kurdistanê û li Barzanê bi ax hatin spartin serpereştiyarê Mezarê Nemiran bûye û nûnerê min yê pêşwazîkirina mêvanan bûye ku tu demekî cihê wî bi hêsanî nayê pir kirin, ez bi erkê ser şanê xwe dizanim spasiyeke germ, pêzanîn û rêz û hûrmetên bê payan pêşkêşî wan hemû rêzdaran bikim ku bi amadebûn yan bi şandina peyamên hevxemiyê beşdarî sersaxiyê kirin. Bi vê yekê jî xem û kovana me kêm kirin, xwedayê mezin padaştê xêr û qenciya wan bide.

Spasiyeke taybetî pêşkêşî cenabê Mam Celal serokomarê Iraqa Federal dikim ku bi pirsenameyekî bi soz hevxemiya xwe wekî birayek derbirî.

Li heman demî de spasî rêzdar serokê parlamentoya Iraqê û sekreter û serokên hemû partî û aliyên siyasiyên îraqî û kurdistanî dikim ku bi her awayekî li vê serxweşiyê de beşdarbûn.

Spasî wezîrên hikûmeta Federal û serokê parlamentoya Kurdistanê û endamên parlamento û wezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, encumena bilinda dadwerî û berpirsên leşkerî û hemû îdariyên li Iraq û Herêma Kurdistanê dikim ku beşdarî vê pirse û serxweşiyê da kirin.

Spasî serokeşîrên erebî li Iraqê û serokeşîrên Kurdistan û kesayetî û hemû mamostayên ola pîroza Îslam û rihspiyên rêzdarên ola Êzdî û Mesîhiyan dikim ku li nêzîk ve beşdarî serxweşiyê kirin û hevxemiya xwe ragihandin û her hemûyan bi hestekî bilind û sozekî germê birayane û dostane ve zehmetiya rê kişandin.

Spasî xuşk û bira kurdên me yên li beşên dinê Kurdistan û revenda Kurdistanî li welatên derve dikim ji bo derbirîna hevxemiya xwe û spasiyên bê payan jî pêşkêşî malbatên rêzdarê şehîdan dikim.

Spasî hemû cemawerê xweştiviyê Kurdistanê dikim ku ji bajarên Kerkûk, Hewlêr, Dihok û Silêmanî û hemû cîh û navçeyên dinê Kurdistanê beşdarbûn û gelek rêz û hûrmeta me ji bo welatiyên hêjayê turkmen, kildan, aşurî û suryaniyan heye.

Spasiyeke taybet ji bo hemû hêzên pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên Zêrevanî, polîs, Asayîş û dezgehên ser bi wezareta pêşmerge û navxo û ewên din ku li çend roja birêveçûna pirsê da hevsoz û hevxem bûn. Ji bo giringîdana wan ya vê rêwresmê spas ji bo dezgehên ragihandinê.

Xwedayê mezin pişt û penaya hemû aliyek be û ji hemû derd û bela û nexweşiyek wan biparêz.

 

Mesûd Barzanî

Bi navê malbat û kesukarên xwedêjêrazî

Back to top button