Cîhan

Fransa, leşkerên xwe ji Afganistanê vedikişîne

Serokomarê Fransa François Hollande, ji bo lûtkeya NATO û G-8 a li Emerîkayê ye û li wir civîna çapemeniyê
lidarxist. Hollande diyar kir ku, vekişandina hêzên muharîp biryara Fransa ye û ev biryara wê were
sepandin.

François Hollande got, “di dawiya salê de, vekişandina leşkerên Fransayê yên li Afganistanê ne mijareke
tê niqaşkirin e. Li herêma Kapisa a Afganistanê, şûna leşkerên Fransayê hêzên Afgan wê cih bigrin.”

Serokomarê Fransayê, di daxuyaniyê de diyar kir ku, wî ev mijara, bi rêya têlefonê, bi Serokdewletê Afganistanê
Hamid Karzaî re jî teyîd kiriye.   

Back to top button