Polîtîk

Spasnameya Serok Barzanî ya ji bo serkeftina operasyona azadkirina Şingalê

Bi navê xwedayê mezin û dilovanAzadkirina Şingalê li bin destê terorîstên Da’îş li rûyê serbazî û siyasî û dîrokî ve serkeftinekî mezin bû ji bo gelê Kurdistanê ku li ser destê Pêşmergeyên me yên qehreman hate tomar kirin. Ev serkeftin bi hemû aliyek re dibêje êdî ew roj çû dagîrker û sîtemkar gelê Kurdistanê bi çewsênin. Niha gelê Kurdistanê serbilindane bergiriyê li xwe dike û dijmin dişkîne û parêzerê bihayên mirovayetiyê ye jî.Piştî dagîrkirina Şingalê û ew karesata li ser xuşk û birayên me yên Êzîdiyan da hat em amade bûn hemû rêyek li ber bigrîn û hemû nirxek bidîn ku Şingalê azad bikin bo ku bawerî bi xwe bûn ji bo gelê Kurdistanê û xuşk û birayên me yên Êzîdiyan vegerê û dijmin û terorîstan ji axa pîroza Kurdistanê derbixîn.Di demên derbasbûyî de xuşk û birayên me yên Êzîdî dû caran zulm li wan hatibû kirin, bi sedema Kurdbûna wan sîtem li wan hatiye kirin û bi sedema olê ve jî hatine çewsandin û êşê kişandine. Dixwazim xuşk û birayên Êzîdiyan ji wê yekê dilniya bikim ku herdem gelê Kurdistanê palpiştê wanin û ew beşekî ezîzê Kurdistanê ne û Pêşmerge bi xwîn û qurbanîdana xwe wê yekê selmand. Kurdistan jî welatê pêkvejiyan û birayetî û lêborîna ol û neteweyên cûda cûdayane û divê ew çanda gelê Kurdistanê wekî xwe bimîne û bê dewlemendtir kirin.Pîrozbahiya azadbûna Şingalê li hemû hemwelatiyên Kurdistanê dikim ku bi dest û pazuyê Pêşmergeyên qehreman pêkhat. Serkeftinekî mezin ku herdem dîrok ji bîr nake. Li vir da bi pêwîstî dizanim spasiya Amerîka û hêzên hevpeymanan bikim ku li azadkirina Şingalê da bi palpiştiya asmaniya bê wêne yarmetîderê Pêşmerge bûn. Spasî wan hemû hêzên beşdarbûyên Pêşmerge û fermandeyên wan dikim ku vê destana mezin tomar kirin. Spasiyên xwe yên bê payan pêşkêşî Pêşmergeyên Fermandeya Zêrevanî û Yekîneyên Pêşmergeyên Rojava, Fermandeya Şingal, Fermandeya Dihok, Fermandeya Hêzên Piştevanî Yek, Fermandeya Barzan, Leşkerê Taybetî Yek, Leşkerê Gulan, Leşkerê Taybetî Dû, Hêza Dijî Teror, Hêza Taybetî Yek, Hêza 32, Hêza Jîngeha Dihok, Lîwaya Hevbeşên ser bi Wezareta Pêşmerge, Lîwaya 4, Lîwaya 8, Lîwaya 12, Lîwaya 111 ê ser bi Yekîneya Heftih û Hêzên Xwebexşan dikim ku bi îradeyekî polayî beşdarî operasyona azadkirina Şingalê bûn. Spasiya Yekîneyên ser bi Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê dikim ku rolekî wan ya bi bandor li birêveçûna operasyonê û gihandina zanyariyên dirust û hemahengî li gel Hêzên Hevpeymanan û danîna plana rizgarkirina Şingalê da hebû.Azadkirina Şingalê destana qehremaniya bê wêneya zarok û gedeyên gelê Kurdistane û bandoreke mezin li ser bawerî bi xwe bûn û paşaroja gelê Kurdistanê bi cîh dihêle ji bo wê yekê pêwîst bû gelê Kurdistanê agahdarî rola wan hêzan bê ku beşdarî operasyonê bûn û dîrok wan bi bîr bîne.Li dawiyê de hezaran silav ji bo giyanê pakê şehîdên me yên nemir re dişînim û hêviyê ji xwedayê mezin dikim ku şîfaya xêrê bide birîndaran û hêviya paşarojekî geş ji bo gelê Kurdistanê dixwazim.Mesûd BarzanîSerokê Herêma Kurdistanê13.11.2015

Back to top button