PolîtîkVîdeo

Serok Barzanî mizgîniya azadkirina Şingalê ragihand

Piştî ku Pêşmerge kete Bajêr û baregehên DAIŞ’ê bi dest xist û DAIŞ’iyên mayî dest bi revê kirin, Serokê RHK’ê Mesûd Barzanî li ser Çiyayê Şengalê daxuyaniyeke çapemeniyê da û got: “Li Şengalê, bi xwîna Pêşmerge destanek hate nivîsîn. Me soza ku dabû xwişk û birayên xwe yên ezdî bi cih anî. Li vê derê, ji ser Çiyayê Şengalê ez mizgîniya rizgarkirina Şengalê didim xwişk û birayên ezdî û hemû gelê Kurdistanê. Me tola xwe stend.” Barzanî anî ziman ku bi qehremaniya Pêşmerge wan ragihandiye ku hemû Kurdistanî li pişta ezdiyan in û wan heyf û tola hemû kiryarên kirêt ên li dij ezdiyan stendiye û got: “Slav ji bo hemû şehîdan! Ew ji bo azadiyê şehîd bûn.”Serokê RHK’ê Mesûd Barzanî, bi xêzên sor destnîşan kir ku bila êdî tu kes helneweste ku li gelê kurd zilm bike, lewre herkesî dît ku kurd tola xwe hiltînin û xwîna xwe li erdê nahêlin. Barzanî kesên ji herêmê yên ku beşdarî DAIŞ’ê nebûne û jê re nebûne alîkar wek “Brayên kurdan” wesf kir û dom kir: “Yên ku hevkariya DAIŞ’ê kirine jî çi pêwîst be ew ê bê kirin. Heta niha tu hêzî hewleke wiha neda ber çavên xwe. Rizgarkirina Şengalê peyamek e.” Barzanî, ragihand ku ji bilî Pêşmerge tu hêzeke din beşdarî operasyonê nebûye. “Pêşmerge bi lehengî tola Ezda stendiye”Barzanî vê peyamê da cemaeta ezdî, gelê kurd û Kurdistanê û cîhanê: “Şikir ji xwedayê dilovan re ku di vê roja dîrokî de Pêşmergeyên qehreman destanek nivîsandin û me rûgeş kirin. Ez spasiya xwe pêşkêşî hemû qehremanan dikim. Ez ji Şengalê, mizgîniya rizgarkirina Şengalê didim şehîdên qehreman, gelê kurd û bi taybetî jî xwiş û brayên ezdî. Ev destana ku bi xwîna şehîdên qehreman hatiye nivîsîn bûye sembola nemiriya şehîdan. Ji bo Pêşmergeyên ku di vê tekoşînê de birîndar bûne jî şîfa dixwazim. Gelê kurd û Kurdistan ê qehreman. Me soz da û soza xwe bi cih anî. Bila brayên ezdî zanibin ku ew ne bi tenê ne û hemû gelê Kurdistanê li pişta wan e. Bila vê yekê baş bizanibin ku ezdî beşa resen a gelê Kurdistanê ne. Îro, bila her neferek ezdî bêminnet serbilind be û ji xwe bawer bike. Bila her keçek ezdi bi coş biqîre û bêje ‘Ez keça kurd im û sembola şeref û berxwedanê me.’ Bi vê destana mezin tola wan hatiye stendin. Pêşmerge bi merdane tola xwişk û brayên ezdî hilaniye. Ji ber ku îr me serbilind kirine ez spasdarê hemû Pêşmergeyen qehreman im. Ez şehîdên qehreman ên Kurdistan slav dikim ku ji bo tekoşîna azadiyê canên xwe gorî kirine. Bila ruhê wan şad be.”Şengal dibe parêzgeh Serok Barzanî, ragihand ku ew ê ji Hikûmeta Navendî ya Iraqê daxwaz bikin ku Şengal bibe parêzgeh û wiha axivî: “Ji ser Çiyayê Şengalê ez bang li li civaka navneteweyî, Hikûmeta Bexdayê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim ku ji bo geşkirina Şengalê pêwîstiya hevkariyê heye.” Barzanî ragihand ku ger bersiveke erênî ji vê daxwaza wan re neyê dayîn, ew ê bi serê xwe hewl bidin ku Şengalê bikin parêzgeh. Barzanî her wiha ragihand ku navenda Şengalê û piraniya gundên derdora wê hatine rizgarkirin, li deverên çolistanê jî tu kes nemane û heta ku DAIŞ bi tevahî ji holê rabe, ew ê têbikoşin. “Pêşmerge bi serê xwe û bi ala neteweyî Şengalê rizgar kirJi bo aliyên ku di derbarê operasyona rizgarkirina Şengalê de agahiyên şaş didin raya giştî jî Barzanî anî ziman ku Şengal tenê ji alî Pêşmerge ve û bi ala Kurdistanê hatiye rizgarkirin, ji bilî Pêşmerge tu hêzeke din beşdarî vê operasyonê nebûye, beriya ku Pêşmerge dest bi operasyonê bike tu kesî dest bi operasyonê nekiriye û ev jî piştrast dike ku Pêşmerge Şengalê rizgar kirî ye. Barzanî da zanîn ku ew ê nehêlin ku ji bilî ala neteweyî tu aleke din li Şengalê bê bilindkirin.“Wê Şengal rê li ber rizgarkirina Mûsilê veke”Serokê RHK’ê Mesûd Barzanî, piştî axaftina xwe bersiv dan pirsên rojnamegeran. Barzanî anî ziman ku destana Şengalê helwesteke stratejîk e ku rê li ber rizgarkirina Mûsilê jî vekirî ye, bi alîkariya êrîşên asmanî ya hêzên hevpeyman û bi tekoşîna bejayî ya Pêşmerge Şengal hatiye rizgarkirin û êdî Mûsil jî dikare bi hêsanî bê rizgarkirin. Barzanî, da zanîn ku Şengal ji bo wan pir grîng e, çimku Şengal bûye sembola mazlûmiya gelê kurd û ji ber wê yekê jî rizgarkirina Şengalê xwedî wateyeke grîng e.Mesûd Barzanî di derbarê parastina Şengalê de jî axivî û got: “Ger ku careke din bajar an jî herêmeke Kurdistanê bê dagirkirin, wê ew dagirker bedêleke pir mezintir bidin. Bila ev destana Şengalê ji bo dijminên kurd bibe metirsî, da ku careke din hewleke wiha pêk neyînin û zilm û zorê li gelê kurd nekin.”Barzanî diyar kir ku tekoşîna li dij DAIŞ’ê ne erka wan tenê ye û erka herkesî ye û dom kir: “Ji ber vê yekê divê herkes piştgirî bide vê tekoşînê û heta ku DAIŞ ji holê radibe ev tekoşîn bê navber bidome.”Barzanî ragihand ku ew ê tenê ala neteweyî ya Kurdistanê li Şengalê bê daleqandin û ji bo piştgirîdayîna hêzên hewayî spasiyên xwe pêşkêşî DYA û endamên hevpeymaniya wê kir û wiha dom kir: “Ji vê derê, ji ber alîkariya wan a êrîşên asmanî ya Amerîka û hêzên din ên hevpeymaniya navneteweyî ez spasiyên xwe pêşkêş wan dikim. Ji ber ku erka xwe ya ragihandina geşedanan bi serkeftî pêk anîne, ez spasiyên xwe pêşkêşî dezgeh û xebatkarên çapemeniya xwemalî û ya navneteweyî dikim.”“Me dawî li azara kurdan anî” Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di peyama xwe ya nivîskî ya di derbarê serkeftna Şengalê de jî diyar kir ku rojên ku dagirker zilm û zoriyê li ser gele Kurdistanê bimeşînin qediyane û êdî  serdemeke nû destpê kirî ye. Barzanî di peyama xwe de anî ziman ku rizgarkirina Şengalê ya ji dest terorîstên DAIŞ’ê hem ji alî serbazî, hem ji alî siyasî û hem jî ji alî dîrokî ve ji bo gelê Kurdistanê serkeftineke pir mezin e û destnîşan kir ku ev serkeftin bi saya Pêşmerge pêk hatiye. Barzanî di peyama xwe de van axaftinan kir:“Vê serkeftinê ji hemû aliyan re vê yekê da têgihîştin ku ew rojên ku dagirkerên zalim zilm û zoriyê li ser gelê Kurdistanê bimeşînin bi dawî bûne. Gelê Kurdistanê bi qehremaniyeke bala dagirkeran têk dibe û nirxên mirovahiyê diparêze. Piştî dagirtina Şengalê û tofana bi serê xwişk û brayên me yên ezdî ve hat, em amade bûn ku di roja rizgariyê de her rêbazê bikar bînin û her bedêlê bidin!Di vê pêvajoya ku me li paş xwe hişt de dû caran li xwişk û brayên me yên ezdî zilm bû. Pêşî ji ber ku kurd bûn zilm li wan hate kirin û dûre jî ji ber ola wan zilm li wan hate kirin. Ez dixwazim ji xwişk û brayên xwe yên ezdî re vê yekê bêjim ku ew beşek resen a ji Kürdistanê ne û Pêşmerge bi can û xwîna xwe ew parastine. Kurdistan, welatê pêkvejiyan û bratiyê ye û wê ev çanda dewlemend her wisa bimîne. Rizgarkirina Şengalê serkeftineke ew çend mezine ku wê dîrok vê serkeftinê tu carî ji bîr neke. Ji vê derê, ji ber alîkariya wan a hêzên hewayî ez spasiyên xwe yên ji bo DYA û hêzên hevpeyman dûbare dikim. Ez spasiyên xwe pêşkêşî hemû Pêşmerge û fermandarên Pêşmerge dikim. Ji ber ku bi giyaneke polayî beşdarî rizgarkirina Şengalê bûne ez spasiyên xwe pêşkêşî Hêzên Zêrevanî yên Pêşmerge, Yekîneyên Pêşmergeyên Roj ên Rojavayî, Fermandariya Şengalê, Fermandariya Hêza Piştgiriya Yekem a Duhokê, Fermandariya Barzani, Hêzên Taybet ên Yekem û Hêzên Taybet ên Dûyem, Hêzên Gulan, Tîma Dijî Terorê, Hêza 32., Hêza Sirûşt a Duhokê, Tûgayên grêdayî Wezareta Pêşmerge, Tûgayên 4, 8 û 12 û Hêzên Xwebexş dikim.Ji ber ku di rêvebirina operasyonê de roleke sereke leyîstin, îstixbaratên baş berhev kirin, plansaziya rizgarkirina Şengalê kirin û bi hêzên hevpeyman re koordînasyoneke serkeftî pêk anîn, ez spasiyên xwe pêşkêşî Encûmena Asayîşa Giştî ya Herêma Kurdistanê jî dikim. Bêguman wê destana rizgariya Şengalê, bandoreke pir mezin li siberoja gelê Kurdistanê bike. Ji bo gelê Kurdistanê rola van hêzan a li ser operasyonê bizanibe û di dirêjahiya dîrokê de wan bi bîr bîne, min xwest ez navên wan rêz bikim. Di dawiyê de ez slavên germ li giyanê pak ên şehîdên Kurdistanê dikim, ji xwedayê dilovan ji bo brîndarên me şîfayê û ji gelê Kurdistanê re siberojeke ronak niyaz dikim.”

  https://www.youtube.com/watch?v=cXsFBauHY7s 

Back to top button