Nivîsar

“ Şoreşa rojava“ li dijê netewe dewletê ye !

PKK bi hemû hêza xwe hewldide ku navê Kurdistanê û nirxên netewî ji holê rake û di rêya dewletbûna Kurdistanê de astenga ava bike û heta eger bi astenga nikaribe rê li berbiçûna dewletbûnê bigere xwe amade dike şerê xeta netewî ya daxwaza dewletbûna Kurda dike bike.

Ev yek gelek cara hatiye gotubêj kirin, îro di qonaxa ku tevgera Kurd tere derbas dibe, armanca sereke ya PKKê rê girtin li dewletbûna Kurda ye. Hemû siyaseta xwe li ser vê ava dike û li gora vê yeke jî stratejiya datîne û plan û bernameya çêdike. Ji xwe sedemek bingehîn ku, PKK şerê PDKê dike ev xal e.

Lê gelo PDK heta çi radeyê vê yeke dibine ? Ev yek cihê gotubêjekî taybet e. PKK bi siyaseta xwe ya ku rêve dibe tehdîta herî mezin e di rêya serxwebûnê de. Herweha vê yeke ve girêdayî tehdîta herî mezin e li ser başûrê Kurdistanê bi xwe jî.

Gelek kesayet û aliyên siyasî vê yeke baş dizanin,lê hewldidin ku vê siyaseta PKKê veşêrin û behsa kaşo “Yekitiyek Netewî“ dikin. Lê tu cara behsa prensîbên “Yekitiya Netewî“ nakin. Ji ber ku ev tene tektike siyasî ya PKKê ye û mixabin gelek kesên behsa serxwebûna Kurdistanê dikin tên vê leyiztika PKKê, yan jî berjewendiyên wan vê yeke dixwaze.

Gelek aliyên siyasî û PDK jî di nav de di nava PKKê de Murat Karayilan wek kesek nerm û bi tolerans didin nasandin. Dema Karayilan gotinek serast dike , di cih de wê gotinê dertêxin pêş û wesfê Karayilan didin. Halbukî bi vê yeke xwe dixapînin. Karayilan jî wek hemû rêveberiya PKKê xizmeta siyaseta xwe dike. Karayilan ne ji Bayik yan jî Karasu yan jî ji Kalkan baştire. Hemû şagirtên heman dibistanêne ne.

Karayilan di derbarê rojevayê Kurdistanê de nirxandinekî dike, ne hewceye ku mirov şiroveyekî li ser gotina Karayilan bike. Ji ber ku wî bi gelek zelalî dîtina xwe gotiye û bi rêgiriya dewletbûna Kurda îftixarê dike û bi vê yeke xwe serbilin dibine.

Beşek ji hevpeyvîna Karayilan ku ANFê de hatiye belavkirin eve:

‘ŞOREŞA ROJAVA LI DIJÎ NETEWE-DEWLETÊ ÇARESERIYA NETEWEYA DEMOKRATÎK E’

Karayilan diyar kir, ku gava beriya 8 salan di sibeha 19’ê Tîrmehê de li Kobanê hate avêtin pêşketinên gelekî girîng afirand û got, “Weke ku tê zanîn destpêkê li tevahiya Rojava belav bû, piştre jî li tevahiya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê belav bû. Bêguman ya girîng ne tenê belavbûna wê bû, ya girîng wesfa şoreşê ye. Yanî şoreşeke ji rêzê nîne. Modela şoreşeke nû li wir diafire. Rast e, şoreş Şoreşa Rojava ye, lê belê di heman demê de Şoreşa Neteweya Demokratîk a Kurdan, Ereban, Asûrî-Suryanan û gelên li herêmê hemûyan e. Di heman demê de şoreşa jinê ye. li ser bingeha azadiya jinê avakirina civaka demokratîk kiriye armanc. Ev bala her kesî dikişîne. Em jî dişopînin. Ya rast, naverokeke şoreşê heye. Ev şoreş ji bo çareseriya pirsgirêkên Sûriyeyê û ji bo tevahiya herêmê mînak e. Tiştekî nû ye. Li dijî netewe dewletê çareseriya neteweya demokratîk e. Ev gelekî girîng e. Hem ji bo gelên herêmê hem jî ji bo gelê Kurd wateyeke xwe heye.”

Karayilan destnîşan kir ku dewleta Tirk ji ber vê taybetmendiyê êrişî şoreşê dike, naxwaze şoreş pêk were û got, “Weke ku tê zanîn, di serî de mêtingeriya Tirk hin hêz êrişê dibin ser Şoreşa Rojava. Şoreş hatiye dorpêçkirin. Weke ku min got, sedema vê yekê naveroka şoreşê ye. Naveroka wê çi ye? Ya yekemîn; Kurd li wir dibin xwedî statu. Ya duyemîn demokrasî dikeve meriyetê. Ya sêyemîn jî jin azad dibin. Rejîma AKP’ê ji van hemûyan nerazî ye.”

Bila ev gotara Karayilan diyariyek be ji bo kes û alîyên ku wî bi tolerans û baş didin nasandin.

Nûçe/Analîz

N.Firat

Back to top button