Cîhan
Yunanîstan xwe ji bo şerê tirkiye amade kiriye

Hêza deryayî artêşa Yunanîstanê ragihand li dijî tirkiye hêzên xwe li deryaya Ege yê tevdigerînin.
Çavkaniyek ji hêza deryayî ya Yunanîstanê ragihand, ji ber destpêkirina tirkiye li derxistina samanên xwezayî yên li nêzîkî girava Yunanîstanê hêzên xwe yên deryayî li deryaya Ege belav dikin.
Tirkiye li wan cîhên ku li gor yasaya navdewletî ser bi Yunanîstanê ne dest bi derxistina neft û gaza xwezayî kiriye, tevgerandina wan hêzan jî bi mebesta ragirtina wan tixûb derbaskirina li deryaya Ege ye. Her wiha dane zanîn ku amadekariyên serbazî yên ji bo rûbirûbûna tirkiye berdewam dibe.