Soma ne qeza ye,qetlîam e
Li bajarokê Soma ya li ser bajarê Manîsaya Tirkiyê di komirhegekê de teqînek çêbû û di encamê de heta nuha nêzî 300 kesî mirî û nêzî 100 kesî jî birîndar he ne.Rûdanên bi vî awayî gellek caran li Tirkiyê bûne sedemê kuştin û birîndar bûna gellek karker û xebatkaran.
Ev bûyerana ji aliyê rayadarên dewletê ve wekî ‘’qezaya îş’’ têne binavkirin.Lê di eslê xwe de, meriv dikare van bûyerana wekî qetlîamên bê tedbîrîyê binav bike.Mixabin di şerd û mercên kar kirinê de ehemiyeteke ku jiyana mirovî biparêze,ji aliyê dewletê û kargehan ve nayên stendin.Eve jî dibe sedemê qetlîmên bi vî awayî.Di vê bûyerê de jî,her ji ber vê îhmalkariyê bi sedan karkerên bi pereyekî nanoziko kar dikin hatin kuştin.
Berpirsyarê vê qetlîamê beriya her tiştî dewleta Tirkiyê bi xwe ye.Ew dewleta ku li Roboskî yê wan zarokên bê guneh bi zaneyî kuştiye,helbete ku dê ji bûyerên wekî Soma yê re jî bibêjin ‘’qezaye’’.Em sersaxiyê ji malbatên karkerên qetilkirî dixwazin û ewên ku bûne sedemê vê qetlîmê jî şermezar dikin.15.05.2014
Komîteya Rêveberiyê ya Hewldana Partiyeke Kurdistanî