Kultur

Mîr Celadet Alî Bedir-Xan re

     Di roja derçûna hejmara yekemîn a ”Kovara Hawar” 15.05.1932an bi tîpên latînî, li Şamê.

            

  DAXWAZNAME

   Min dî ronîkî hilbûbû ji Damas

   Şefeq dabû cizîrê û erdê Qefqas

   Li ber Birca Belek lêpirsiyar bûm

   Mi gotî wan ku pênc herfê Hawar bûn

   Nedî Namî li nav kurdan yekî Mîr

   Ji bo çapa Hawarê çêbikî zîr

   Silavên gewheranî le`ele û dur

   Ji ber kurdên Cizîrê hedye rêkir

   Tû xweş hatî Hawarê ser serê min

   Te sotî can û cergê dijminê min

   Recûkar im Ji mîrê xwe Celadet

   Wetenperwer xwedanê text û dewlet

   Tû roznamakî Kyrdî bo me çêkî

   Serê salê bi herfên nû ve rêkî

   Bese Namî, xeberdana ko pir bê

   Wekî dur bê, ewê he bê qedir bê

               Tilşeîr. 1932

   Ev helbest di Kovara Hawarê de hatibû weşandin. Sal, 1, hej,9, în, 30 êlûnê, sal,1932, Şam.

   Samî Ehmed Namî

Stockholm.2014.05.15

Back to top button