Siyasetmedar û aktîvîstê Kurd Serkut Ehmedî, ku 2 sal in li Girtîgeha Kirmaşanê ya Îranê girtî ye, ji aliyê rejîma Îranê ve hat îdamkirin.

Rêxistina mafên mirovan Hengaw, ku navenda wê li Norwêcê ye û li navçeyên ku Kurd lê dijîn binpêkirinên mafên mirovan tomar dike, ragihand ku siyasetmedar û çalakvanê Kurd Serkut Ehmedî, ji aliyê rejîma Îranê ve bi dizî hatiye îdamkirin.

Ehmedî, li Girtîgeha Dîzel Abad a Kirmaşanê bi dizî hat îdamkirin, 29 salî bû. Ehmedî, çalakvanê siyasî û endamê berê yê Hizba Zehmetkêşên Şoreşa Kurdistanê bû. Di Çileya Paşîn a 2021’an de dema dixwest ji bajarê Urmiyê derbasî Ewropayê bibe, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibû binçavkirin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: