CivakDosyaPolîtîk

Siyaseta hinek kes û aliyên neberpirs dilê dijminên gelê Kurd kêfxweş dike

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser rewşa Kurdistana başûr û herweha bûyerên vê dawiyê, ji dûrxistina  wezîrên girêdayê tevgera Goran ji hukumetê, dîtinên xwe gotin û ji bo Raya Giştî ya Kurdistanê nirxandinek kir. Daxûyaniya serokwezîrê Kurdistanê: Hevwelatiyên birêz, ev dema we başNiha dema wê yekê ye em nirxandineke bo welatê xwe bikin.Weke serokwezîr, ez dixwazim bûyerên heftiya borî zelal bikim û paşî behsa wê yekê bikim ka gelo em çi bikin? Di van rojan de xwepêşandanên aştiyane û adil ji aliyê berjewndiyên bertengên siyasî ve hatin revandin. Wan destên neberpirs û nemesulane xwestin pêkhateya herêma Kurdistanê hilweşînin.Her çiqas ev yek bo sedemê dirustbûna aciziya girûpek biçûk, lê biryara piraniyê ya berpirsane û nerim bi serkeft. Ji ber ku em di qonaxeke dijwara jiyana siyasî de derbas dibin, ne ecêbe ku hindek kes bixwazin dengê nerazîbûna xwe bilind bikin. Tişta dilê mirov xweş dike eve, piraniya gelê herêma Kurdistanê peyama xweragiriyê dubare dikin ve.Em berê jî, dûr û nêzîk, di qonaxên gelek ji vê dijwartir re derbas bûne. Ez di wê baweriyê de me ku, eger derdeseriyên bi sere me hatine, bi ser miletekî din de bihatane wê jinavbiçûya. Karwanê me yê xweragiriyê her berdewam e.Ez dixwazm li ser xwepêşandanên heftiya borî bi zelalî bêjim:Nîşandanan nerazîbûnê bi rêya xwepêşandanên aştiyane mafê bingehîn yê hevwelatiyan e û beşek girinhê demokrasiya herêma me ye. Lê ez jî weke tev hevwelatiyan û serokatiya berpirs, ji ber bûyerên Qeladizê, Kelar û bajar û bajarokên din gelek dilteng im.Ez ji kûratiya dilê xwe sersaxiyê li malbatên şehîdan dikim û hêviya çakbûnê ji birîndaran re dixwazim ku bi bê gunahî ketine ber êrîşên neadil. Ev awayê teserifan gel dabeş dike. Dijminên me ku, bi eşkereyî pîrozbahî li xwe û li wan nerberpirsan kir, zêdetir xweşhal dike, lê ez bi eşkereyî dibînim ku hevwelatî û serokatiya berpirs dibêjin divê bi jîrî miamile digel vê rewşa nazik de bikin. Fitnegêrî ji teref her aliyek û kesek ve serîhilde, çênabe bibe sedema zêdegaviyê.Ez gelek sipasiya fermandarên hêza pêşmerge, rêxistinên nehikûmî û mamosteyên olî dikim ku, daxwaza parastina aramî û asayîşa herêma Kurdistanê dikin. Sipasiya wan kesan jî dikim yên xwe ji beşdariya şerê medyayî û torên civakî dûr dixin daku rê li pêşiya pêtir dabeşkirina gel bigirin. Lê çênabe ew hêz û berjewendiyên siyasiyane ku, ji bona fêdeya armanca xwe ya domkurt agir avête mala meya hevbeş, bên ji bîr kirin.Di dema pêkanîna vê kabîneyê de, min bi hemû bawerî ji bona bihêzkirina yekrêziya me di çarçoveya rêkeftina hikûmeteke hebveşde kar kir. Mixabin, yên ku gotinên şêrîn ji bo parastin û xurtkirina demokrasiyê û çar salên hikumdariya aram û berpirsane dikirin, ji çarçoveya rêkeftinên hevbeş derketin.Hindekan nearamî gihande lutkeya neberpirsiyariyê û bilavkirina nûçeyên bi bingeh û dûr ji rastiyê. Her wek her kes dizane, rewşa nearam û êrîşên neadil wisa kir, ez daxwazê ji çar wezîran bikim hikûmetê bi cî bihêlin. Di rastiyê de, hevkariya me digel wezîran bixwe gelek baş bû, lê teserefa serokatiya wan ku, berdewam mijûlî jiberhevbirina hikûmeta herêma Kurdistanê bû, weke serokzîr nedibû ez vê biryarê nedim.Ez dizanim û têdigihim xelik ji wê yekê bêhêviye ku siyasiyên me demek dirêj bi hûrgirliyên serokatiya herêma Kurdistanê ve bir, em şûna hikumdariyê zêdetir siyasetê dikin. Hindek dibêjin li ser tev hûrgiliyan li hev bikin, hindek dibêjin bila gel biryarê bide.Em hemû ji ber vê rewşa aloz dilgiran in. Partiya me jî, ji bona dîtina çareseriyên minasib ji bo vê rewşê, bi hemû îmkanên xwe dê lêbixebite, lê ne her çareseriyek be ku, me ji kirîzekê bixe nav kirîzeke din. Min baweriyeke timam bi wê yekê heye ku divê gel bi dengê xwe biryarê li ser pirsa serokatiyê bide. Ev mafekî bingehîn yê hemûyan e. Eger ne wisabe, di rastiyê de, desthilata biryardanê bi kesekî didin ku gel nikaribe lêpirsînê pê re bike.Ez jî weke we di wê baweriyê de me ku, xelkê Kurdistanê serkirdayetiyeke bihêz divê. Bihêz, ne bi wê manayê ku em xwe ji arîşeyan bidizin. Ne bi wê manayê jî ku arîşe û pirsgirêkan li hemû cîyan bibînin, bêy destnîşankirina çareseriyên minasib û avaker. Bihêz, ango biwêrane û bawerî bi xwe hebûn, îtîrafê bi arîşe û pirsgirêkên xwe bikin, rûbirûyê wan bibin û çareseriyên minasib jê re diyar bikin. Bê guman di nava çend mehên borî de min dengê nerazîbûna xelkê bihîstiye, em bi berdewamî guhdariya li wan dikin.Em dizanin ku karmend û fermanberên biwefayên hikûmetê ev çend mehe miaşê xwe ku heqekî wan yê adile, wernegirtiye. Tevî metirsî û êrîşên derekî, bi hemû îmkanên xwe em lêxebitîn çavkaniyên pêwîst ji bo herêma Kurdistanê dabîn bikin. Armanca serkiya min, weke serokwezîr, serxwebûna êkonomiya herêma Kurdistanê ye, daku em bihêz li ser pên xwe rawestin. Hindek siyasetmedaran hewil da vê xebata me dijwartir bikin, lê ez bi dilrehetî dibêjim, tevî dirustkirina rêgiriyan li pêşiya xebatên me, em her dê bigihin armanca xwe.Iha divê kêlîka nazik de, ji bona birêkirina xizmetgozariyan û karê rojaneyê hevwelatiyan, me pêwîstî bi hikûmeteke biîstîqrar û aktîv heye. Di çend heftiyên bên de qonaxa duyem a hikûmetê û karên sereke destnîşan dikîn. Herwesa em wisa bi hêsanî dest ji daxaziyên yekrêziya gelê xwe bernadin.Xûna pêşmerge ne zer û ne kesk e. Ew herêma Kurdistanê bi gişt pêkhateyan ve diparêzin. Şevnixunî û jinabexşîna hêzên pêşmerge, asayîş, polis û saziyên emnî ji bona paşerojeke geş e, bê cudahiyên îdolijî, hizbî, herêmî, civakî û olî ye. Weke piraniya xelkê vî welatê xweştivî ez dizanim ku berjewendî û xalên hevbeş ji cudahiyên biçûk giringtire.Dîroka xebat û qurbanîdana me hevbeş e, paşeroja me ya geş bi hev re ji xwestekên nahezên me bihêztir e. Bila em hemû bi hev re rewşa dijwara îro ji bona dirustkirina paşereojeke geş û hevbeş ji bo xwe û ji bo neviyên xwe bikar bînin.Ji kûratiya dilê xwe sipasiya xweragiriya we dikim.16.10.2015

Back to top button