KulturNivîsar

Salvegera Mehmed Uzun û pirtukek nû

Bi munasebeta salvegera Mehmed Uzun:Pirtûka ”MEHMED UZUN ANLATIYOR” dertêGabar ÇiyanDemek e, li ser kitêbekê dixebitîm. Min hejmarek hevpeyvînên dirêj bi Mehmed Uzun re anîbûn pê. Hevpeyvînek jê li ser çand û baweriyên cewaz, Asurî Suryanî, Ermenî û Ezdiyan, li welêt bû. Ji bo ku bê fêmkirin, bi turkî bibû. Wê demê, min ji rojnameya ”Yeni Ülke” û kovara ”Yayın Dünyası” re jî dinîvisî. Ji ber bi giranî turkî bûn, hevpeyvînên bi Uzun re giş, bi turkî hatibûn kirin. Li gori agehdariya weşanxanê, kitêb, îro, di salvegera wefata Mehmed Uzun ket ber çapê. Bi navê ”Mehmed Uzun Anlatıyor” çend rojên din belav dibe.Di kitêbê de Mehmed Uzun qala xwe dike. Zaroktiya xwe, agehdariya li ser bav û bapîr, eşîreta wî, rojnamevaniya xwe, nivîskartî û dijwariyên derketin pêşberî Uzun, dîtina wî li ser berhemên wî bi kurdî û zimanê biyanî, eşq û evîndariya Mehmed Uzun, bandora pirçandîbûna li ser, pirsa têkiliya roman û ziman dinirxîne, rexneyên li dijî xwe dibersivîne, nêzîkbûna Uzun li ermenî, suryanî û ezdiya…Sê hevpeyvînên dirêj bi Mehmed Uzun re, mecalê dide xwendevan ku Mehmed Uzunekî din, ji awirên guhertî nas bikin. Kitêb ji pênc beşan pêk tê. Sê beş hevpeyvînên pê re ne. Du beşên rengîn, beşa çarê de, ”Mehmed Uzun di medya derveyî welêt” de, analîzên rojnameyên biyanî li ser Uzun cî digre. Beşa pêncê, ”Dijberiya li dijî daweyên Uzun” hemêz dike. Dokumentên hikumet û saziyan li dijî helwêsta Turkiyê, tê de cî digre.Pêşgotina kitêbê, dostê nêzî Uzun, şefê ”Weşanxaneya Ordfront” li Swêdê ê berê, rojnamevan Jan-Erik Pettersson nivîsî ye. Pettersson, gelek caran bi Uzun re hatibû Turkiyê û Amedê, beşdarî daweyên Uzun bubû.Bi munasebeta salvegera Mehmed Uzun de, rêz û hurmeta xwe nîşan didim. Spasdarê wî ne, ji bo xebata wî û pêşxistina edebiyata kurdî. Ev di dilê me dijî. Fermo ji kitêbê çend malikên giring:

Mehmed Uzun kî ye? Çi tiştan bandora xwe lê kirî ye? Di berhemên wî de şopa pirçandîbûnê çiqasî xuyanî dike?Mehmed Uzun: Ez ji Sîweregê me. Ez lawê eşîretekê me. Malbata me a mezin bi navê “birodirêjan” dihate binavkirinê. Birodirêjan, milek ji eşîreta Mîlan ê bû. Ewraq û belgenameyên serokê navdar yê eşîreta Mîlanê, Ibrahîm Paşa di sendokên rîsipiyên me de veşartî bûn û li wir dihatine parastin. Husumeta eşîreta Mîlanê, ji dema osmaniyan û vir ve li dijî dewletê hebû

Kalikê min, bilûrvanekî xurt bû. Dema ew pîr bû, toreya bilûrvaniyê derbasî bavê min bû…Bêhtir, qala nivîskartiya te tê kirin. Lê em zanin ku rojnamevaniya te jî heye. Zaniyariya we li ser dîroka rojnamevaniya kurdî û bi taybetî Bedirxaniyan pir alî ye, kûr e. Ji kerema xwe re, dîtina xwe li ser rewşa rojnamevaniya kurdî ji me re bîne zimên…Mehmed Uzun: Rojnamevaniya min bi Kovara Rizgarî dest pê dike. Min birêvebiriya çend kovarên kurdî-swêdî kir. Nivîs û ceribandinên min di rojnameyek e rojane a Swêdê de dihatin weşandinDi “Siya Evînê” û di “Bîra Qederê” û di gelek berhemên te de evîn û evîndarî pir alî xuyanî dike. Di avakirina berhemên te de rola evînê mezin e. Min herdem cîhana Mehmed Uzun a li ser pirsa evînê meraq kiriye. Ji kerema xwe awira Uzunî li ser vê pirsê bîne zimên…Mehmed Uzun: Di domandina jiyanek e din bin qedexe û sînorkirinan de, rola evînê mezin e. Evîndariyek e kûr tune be, kurdek nikare zêde hez ji zimanê xwe, çand û edebiyata xwe bike. Nikare li wan xwedî derkeve û wan pêş de bibeBîra Qederê mirov bi xwe re dibe Beyrûdê û Stenbola kevnare. Jiyana Celadet Bedirxan û Stenbola kevin tê de bûne dokument. Tê wê wateyê ku, ji bo avakirina romanekê tenê hêzbûna zimên û xurtbûna cîhana xeyalî têr nake. Dîtina te çiye?Mehmed Uzun: Zimanê edebî û firehbûna cîhana xeyalî, du bendên giring in ku roman pê ava dibe. Bêyî wan roman qels û bê qelîte dibe. Lê şert û bendên din jî hene: Zaniyariya ansîklopedîk ji pirsên psîkolojiyê heta felsefê…Û “Mirina Egîdekî”… Nivîsîna destanê… Çima destan û Mirina Egîdekî?Mehmed Uzun: Mirina Egîdekî, hîsên kesekî leheng, mirovê dozekê li hemberî mirinê dihêne zimên. Mirin herdem di bîra mirov de ye, em wê jibîra nakin. Mirin herdem di pey şopa mirovî de yeWe “Antolojiya Edebiyata Kurdî” nivîsand. Armanca we çibû?Mehmed Uzun: Kurd, ji ber sedema danîna sînoran û zilm û hovîtiya li ser xwe, bi giştî di herêmekê jiyana xwe domandine. Ji nivîskar û helbestvanê ne ji herêma xwe re xerîb mane. Wan nas nakin…Bi qasî ez zanim, hejmarek xebatên we wergerandine zimanên din. We pirtûkek bi swêdî, “Världen i Sverige-Cîhan tev li Swêdê” jî nivîsî ye. Hinekî qala pêşketinên li vî alî bike…Mehmed Uzun: Pirtûka Cîhan tev li Swêdê, jiyan û berhemên 75 nivîskarên beyanî li Swêdê hemêz dike. Min bi rêvebira Kovara “90-tal” ê Madeleine Grive re redaktortiya pirtûkê kir. Piştî çapê, di demek e kin de 25 hezar pirtûk hatibû firotinMafê ermenî û suryaniya, çanda netewî ezdiya li welêt bikin…Mehmed Uzun: Dema mirov qala mafê demokratîk yê kurda bike, divê mafê gelên li welatê me jî neyê jibîrkirin. Mafê wan jî bê ser zimên û heqê wan bê parastin…Wisan xuya dike ku tesîra xwe li berhemêm te jî kirine…M. Uzun: Ev rengên cewaz yên li welêt, cihên xwe di berhemên min de jî girtine. Di “Mirina Kalekî Rind” de, lehengê romanê “Rindî” qala manastirên suryaniyan û pirtûkxaneyên ermeniyan dike. “Siya Evînê” li ser evîna “Memduh Selîm” û “dîlbera çerkez Ferîha” disekine. Romana “Rojek ji rojên Evadalê Zeynikê” li ser evîna “Evdalê kurd” û “keça ermenî Gulê” û “Bengîn” û “Meyro” disekine…

Back to top button