Nivîsar

Derkirina Goranê

 Zikrî MûsaPDK naxwaze Goran di hikûmet û proseya rêvebirinê de bimîne. Dibe ku ev helwest li cem gelek çavêdran cihê dilgiraniyê be û bi pêngaveke ne demokratîk bidin zanîn. Dibe ku bêjin karvedan û bêhntengiye, ji ber ku partiyek rê bi xwe dide ku wiha bi hesanî nerîtan binpê bike û Goranê der bike? Ew pêngav rewatiya dezgehan dixe bin berpirsiyariyê.Çi wiha kir ku PDK vê helwestê werbigre?Şaşiya zeq a Goranê ew bû ku, her ji destpêkê de xwe li ser dijatiya PDK binav kir. Sedema cudabûna ji YNK jî, rêkeftina stratejîk û yekgirtina rêveberiyan bû. Goranê nikarî xwe ji saykelojiyaya riq û kînê rizgar bike û hemû karînên xwe ji bo lêxistina PDK terxan kir û cemawer û alîgirên xwe li ser armanckirina PDK radikirin. Piştî hilbijartinên 2013an û avabûna hikûmeta bingeh fereh, ew derfet ji Goranê re peyda bû ku wek hêzeke siyasî û sivîl karê desthilatê bike û ji qalibê teng yê sayoklojiyaya anti-PDK were der.Vebûna PDK bi rûyê Goranê de jî bo gehiştin bi armanceke mezintir bû, ku girêdayî serxwebûn û mafê çarenivîs ê gelê Kurd bû. Di vê vebûnê de, Goranê bi dengên PDK serokatiya parlementoyê û çendîn wezaretên girîng bidest xistin.Krîza aborî û şerê DAIŞê, hatina du milyon penaber, rewşa Herêma Kurdistanê dijwar kirin. Herêma Kurdistanê li pêş derfet û metirsiyên mezin bû, pêwîst bû hemû aliyek li kûrahiya metirsiyan têgehiştiba.Beşeke mezin ji giraniya şer û berpirsiyariya vê rewşa giran, li ser mile PDK bû. Derfeta êşandina PDK hat ber destê Goranê û vegeriya bo rewşa xwe ya saykolojî ya kezin. Şerê ragehandinê li dijî PDK di rewşeke gelek hestiyar de dijwartir kiriye.Goranê bi hemû hêz û karîna xwe, hewla sivik kirina armanca serxwebûna Kurdistanê da. DI şerê DAIŞê de li gelek wêstgehan pişta Pêşmergeyan negirtiye. Tevî ku Wezîrê Pêşmerge dizanî ku 120 hezar Pêşmerge di çi rewşekê de ne li eniyên şer û bergiriyê dikin. Dizanî ku Herêma Kurdistanê rûbirûyê çi arîşeyekê dibû bo peydakirina kelûpelên şer û xerciyên Pêşmerge. Wezîrê Darayî jî baş dizanî çavkaniyên krîza aborî çine, dizanî Herêm rûbirûyê çi rewşeke dijwar bû. Goranê dizanî ku xwedîkirina 2 milyon penaber barekî çiqas giran e. dizanî ku hezar û 400 şehîd û 7 hezar birîndarên şerê DAIŞê birînek çiqas girane bo gelê Kurdistanê, gelek caran jî agehdarî derfetên zêrîn bo gelê gelê Kurdistanê bû. Goranê dizanî ku PDK di dijwartirîn dem de dijî û êşandin û li erdxistina wê ji hemû demekê hesantir e.Êrîşa li ser baregeh û cemawerên PDK, di bin navê xwepêşandan bo mûçeyê, ku pilana wê di odeyên “girdeke” de hatibûn dariştin, lûtkeya hewldanên Goranê bû bo êşandin û şikandina PDK. Kes jî nebû bipirsê di vê rewşa dijwar de çima dive li gor yasayên daristanê, malên kadroyên PDK bên şewitandin, li navçeyekê ku ti desthilata wê nîne.Niha PDK, Goranê we hevparekî niyaz pak nabîne ji bo derbaskirina krîzan. Dizanê ku niyaza wê ye reşkirinê heye û ji bo yek kêliyê jî neamadeye piştgira wê be di proseya serxwebûnê û çareserkirina arîşeyên welatiyan. Belkî wek dijbrekî ku bi ti awayekî berjewendiyên bilind ên welat berçav nagire. Guh nade wê yekê ku PDK li eniyên şer xwînê dide. Wiha bo derdikeve ku derfeteke baş e û dive mala wê bişewitîne. PDK gehiştiye wê baweriyê ku, aliyek ku alfûbaya asayişa neteweyî nizane, nabe destê wê di rêvebirina welat de hebe.Karkirina Goranê bi yasayên daristanê, ti derfetekê bo rewatî û hevparî û karê pêkve nahêle. Niha jî ligel be, Goran nikare bersiva wê pirsiyarê bide ku çima dive PDK bê şewitandin… bi çi lojîk û çi yasayekê? Di şikandin û jinavbirrina PDK de, dê çi bigehe gelê Kurd? Rûxandina PDK rûxandina Kurdistanê û sengerên Pêşmerge ye. Eger senger birûxên, eger Kurdistanê birûxe, dê bi çi bihayekî vegerin? 

Back to top button