Nivîsar

Siwarê şînbozê ji Stockholmê bi rê ket…

Bi minasebeta 80-saliya wefata Êlas Efendî, romaneke Enwer Karahanî ya bi navê “Siwarê şînbozê Êlas Efendî” ji weşanxaneya APECê derket û
îro
bi kokteylekê li Kitêbxaneya Kurdî ya li Stockholmê hat pêşkêşkirin.

 

Ji bo gelek kurdan Êlaso yan jî bi gotineke dinê “Êlas Efendî” ne yekî naskirî ye, ji ber ku tiştekî zêde yê nivîskî di derheqê wî de tune ye. Lê kesên ku li rûpelên Hawarê yan jî li kitêbên bîranînên navdarên kurdan ên dema wî binêrin, bi çend gotinan be jî mirov ê li navê wî rast bên.
Hata bi niha jî di derbarê organîzasiyona hereketa Şêx Seîdî ya 
mintîqeya Mêrdînê de tiştek nehatiye nivîsîn û her weha qala hewildayina rola derûdora Mêrdînê ya di derbarê Hereketa Agiriyê de jî nehatiye kirin. Êlas, yek ji aktîvîstên wê demê bû ku di herdu berxwedanan de jî rol û dewrek lîstiye û herweha di Mahkemeyên Îstiqlalê de hatiye mahkemekirin û li dû wê jî hatiye sirgûnkirin. Li dû sirgûnê careke din vegeriyaye Dêrikê û di organîzekirina Hereketa Agiryê de bi Xoybûnê re beşdarî plankirina girtina li ser Mêrdînê bûye.

Êlaso kî bû?
Êlaso, lawê Hecî Osmanê Reşoyî û her weha mezinê eşîra Mahmûdî bû. Mahmûdî yek ji pênc eşîrên Dêrika Çiyayê Maziyê ye ku li gora xwe xwedî rol û fonksiyon bû.Ew yek ji serokeşîrên dema xwe ye ku zû bi kurdîtiya xwe hisiyaye û li doza xwe bixwedî derketiye ku ew heta bi dawiya emrê xwe li ser rêya bîr û baweriyên xwe çûye, wî li xerîbî û sirgûniyê wefat kiriye.Teva ku Êlaso serokê eşîrê jî bû, ji ber ku ew di meseleya kurdî û miletperweriyê de xwedî şiûreke milî bû, wî nikarîbû dijminayî û berberî bi eşîrên Dêrikê û wê mintîqeyê re bikira.Êlas Efendî, hemû îmkanên xwe yên malbatî, qudret û îqtidara xwe li hêlekê daniye û di rêya xelasiya miletê xwe de bûye fîgurekî siyasî û li Binxetê, di temenekî ciwan de wefat kiriye.

Back to top button