Ako Mihemed bersîva Wezîrê Parastina Tirkiyê da

Hewlêr (Rûdaw) – Nexçeya Kurdistanê ya ku her roj di bûltena rewşa hewayê ya Rûdaw TV de tê nîşandan, ev sê roj in bûye rojeva medya û hikûmeta Tirkiyê û beşek ji azerên Îranê. Herî dawî Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Îsmet Yilmaz, derheqê nexşeya Kurdstanê ya Rûdaw TV de got: “Em wê nexşê ciddî nagirin.” Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed jî derheqê vê yekê de diyar kir ku mebesta Rûdawê birîndarkirina hestên ti neteweyekî nîne û wiha got: “Nexşeya Kurdistanê ya Rûdawê di nav dil û hişên kurdan de ye.”

Bûltena rewşa hewayê ya Rûdaw TV piştî 4 mehan nû bala medyaya Tirkiyê û azeriyên Îranê dikşîne, ew jî ji ber nexşeya Kurdistanê ya ku li ser wê nûçeyên seqayê tên pêşkêşkirin. Li gorî tirk û azeriyên nijadperest, hinek bajar û deverên ku li ser wê nexşê tê nîşandan ne Kurdistan e lê xaka tirk û azeriyan e. 

Rojnameyên Milliyet, Hurriyet û Cumhuriyet ên Tirkiyê li ser nexşeya Rûdaw TV wiha nivîsandine: “Televîzyona Rûdawê ya ku nêzîkî Barzanî ye, ‘Başûrê Rojhilatê’ Tirkiyê bi hêceta bûltena seqayê xistine nav Kurdistanê heta bajarên Agirî, Sîwas, Erzirom, Wan û Mêrsîn jî wek beşek ji Kurdistanê nîşan didin.” û ev karê Rûdawê wek “rezalet” bi nav kirine. 

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Îsmet Yilmaz jî îro (14.12.2013) di bersiva pirsên rojnamevanan li ser nexşeya Rûdaw TV wiha got: “Em vê yekê ciddî nagirin û bila ti kes jî ciddî negire. Jixwe ti kes bi wan gotinan bawer nake.”

Ji aliyekî din, malpera azerî ya araznewsê ku ji aliyê komên nijadperest ên azeriyên Îranê ve tê birêvebirin, li ser nexşeya Rûdaw TV wiha dibêje: “Ev nexşe nîşan dide ku kurdan çav berdane xaka Azerbaycanê û ev jî metirsiyek mezin e. bi hêceta rewşa hewayê, bajarê Ormiye û hemû Azerbaycana Rojava xistine nav nexşeya Kurdistanê.”

Derheqê vê mijarê de Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed, diyar kir ku ew nexşeya ku di bûltena seqa ya Rûdaw TV de tê nîşandan, ji aliyê pisporên dîrok û erdîngariyê yên Kurdistanê ve hatiye kişandin.

Ako Mihemed anî ziman ku ew nexşe çendîn sal e ku tê belavkirin û nîşandan û wiha got: “Em vê nexşê bo nîşandana rewşa hewayê ya bajar û deverên girîng ên kurdî bikar tînin.”

Mihemed her wiha destnîşan kir, lê hinek navendên siyasî ku wek navendên şovenîstî tên nasîn, dijî nav û nexşeya Kurdistanê ne, di demekî de ku bi dehan û sedan sal e ev nav û nexşe li nav name û etlesên cîhanî de hatiye ziman.

Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê, ragihand, ew nexşeya ku Rûdaw TV bikar tîne di nav dil û hişên hemû kurdan de hatiye bicîhkirin bêyî ku helgira biryareke fermî yan hikûmetî be û wiha pêde çû: “Mebesta Rûdawê birîndarkirina hestên ti neteweyekî nîne, ji ber ku Rûdaw bi awayekî profesyonel kar dike û profesyonelbûn jî sînorê netewî derbas dike. Lê rojnamevaniya profesyonel hebûna ti welat û neteweyekî jî înkar nake.”

Ako Mihemed di berdewamiya daxuyaniya xwe de da zanîn ku bi dehan sal bû navê Kurdistanê li Tirkiyê dibû sedema cezakirina mirovan û wiha got: “Lê birêz serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan beriya niha gotibû ku di dema osmaniyan de welatek bi navê Kurdistan hebûye û roja 16ê Mijdarê jî li Amedê bi wêrekane navê Kurdistanê anî ser zimanê xwe.”

Li gorî Mihemed, Rûdaw qet hewla çêkirina dewletê nade çimkî erka Rûdawê tenê belavkirina nûçe û agahiyan e.

Nerîna min :