Civak

Şivanê Tirka kuştin

Li herêma sînoriyê di navbera Tirkiyê û Ermenistanê de Mustafa Ulker(35) şivanê Tirk piştî ku sînorê Tirkiyê derbas dibe ji aliyê leşkerên Ermenîstanê ve tê kûştin.

Eyup Tepe Parêzgerê bajarê Qersê ragihandiye ku leşkerê sînorê Ermenistanê şivanekî Tirk, ku bêhemdî li pey çêleka xwe derbasî axa welêt bibû gullebarankir.  Li gor zanyariyan Ulker ê 35 salî doh li pey çêleka xwe ket û bêhemdî sînorê Tirkiyê derbaskir û ket nava sînorê Ermenistanê. Parêgerê Qersê leşkerên sînoriyên Ermenîstanê bi bikaranîna hêza zêde gunehbarkir ji ber ku tu çek bi şivanê Tirk re tunebûye. 

Her wiha ragihandiye ku aliyê Ermenîstanê wan ji bo vegerandina termê şivanê Tirk amadehiya xwe nîşan dane.

Ev bûyer fîlma sînor ya Yilmaz Guney tîne bîra mîrov. Her wiha xwedê dizane li navbera 4 sînorên dilê Kurdan de çend şivan û gavanên me jiyana xwe bi vî awayî ji dest dane û her navê wan jî û hejmara wan jî ji xwedê pê ve keseke din jî nizane…
Back to top button