Alaya Filistînê li parlemana Îsraîlê
ALAYA FILISTÎNÊ LI PARLEMANA ÎSRAÎLÊ
Îro li Îsraîlê rûdaneke mêjûyî hate jiyandin. Erê rast e ku dibêjin: ”Mirov şer dike ji bo aştiyê, mirov aştî dike ji bo mirovatiyê, mirov mirovatî jî dike ji bo jiyaneke xweştir.”
Çend parlemanên Îsraîlê, Alaya Filistînê li kêleka Alaya Îsraîlê dadileqînin. Ev cara yekem e ku li Parlemana Îsraîlê Alaya Filistînê tê daleqînin.
Ajansa EFEyê ragîhandiye ku 35 parlemanên Îsraîlê heyeta ku bi serokatiya parlemanê Filistînê Evdile Evdile ku hatiye, pêşwazî kirine û li Parlemana Îsraîlê bi germî xêrhatin li wan kirine. Piştre serokê heyeta Filistînê jî, parlemanên Îsraîlê vexwendin Remelaha Filistînê.
Ev heyeta Filistînê ji bo ku civîna li Washingtonê berdewam bibe, ew serdan pêk aniye.
Em jî wek Rojeva Kurd dibêjin ku aqûpet li serê Alaya Kurdistan û ya Tirkiyê be jî ku li ser banê Parlemana Tirkiyê li kêleka hev bêtin daleqandin.
Behram Badik