Civak

Kurdistan mazûvaniya kompanya Emaar kir

Sîrwan Barzanî Fermandeyê Hêzên Pilingên Rêş û Serokê Kompanya Korek Telekom pêşwaziya li karsaz û bazirganê Îmaratî û cîhanî, Mohammed Alabbar Serokê Encumena Kargêriya Kompanya Emaar(Îmar) ya ji bo zevî û erdan li Dubeî û Serokê Encumena Kargêriya Kompanya Eagle Hills ya Ebudabî û şanda li gel kir.

Şanda kompanya Emaar ku ji bo ji nêzîk ve dîtin û nirxandina derfetên veberhênanê li Herêma Kurdistanê hatibûn, serdana çendîn deverên geştiyariyên Kurdistanê jî kirin.

Kompanya Emaar yek ji mezintirîn kompanyayên cîhanê ye Birc Xelîfe ya Ebû Dabî ku bilindtirîn avahiya cîhanê ye ji aliyê wan ve hatiye dirustkirin. Her wiha biryare li Hewlêra paytexta Kurdistanê jî projeyeke mezin encam bidin.

Back to top button