Civak

Şîrketa "taksiya jinan" li Hewlêrê tê vekirin

Piştî kafeteryayek taybet ji bo jinan hat vekirin, Çiro dixwaze di demek nêzîk de nivîsîngehek taybet ji bo çûyîn û hatina jinan li Hewlêr veke û dibêje: “Ez dixwazim bi rêya wê nivîsîngehê jinan ji dudiliya taksiyan rizgar bikim.”  

Li gor Rûdawê, Çiro Îsmaîl (40) hest bi wê yekê kiriye ku ji bo çûyîn û hatina bi taksî û otobusan, li gel şofêrên mêr rastî pirsgirêkan tên. Lewra fikra wê yekê kiriye ku nivîsîngeha vegûhestinê veke û hemû şofêrên wê jin bin: “Taybetmendiya wê nivîsîngehê ew e ku tevayî şofêrên otobus û otomobîlan jin bin. Vekirina vê nivîsîngehê tiştek nûjen e, ji ber nivîsîngehên bi vî awayî li welatên derdor tiştek zehmet e.”

Bi baweriya hinek jinan vekirina nivîsîngehek bi vî awayî tiştek pir baş e. Bi baweriya dayîka Îsra (38) ku li cadeya Bijîjkan a Hewlêr Laboratovara wê ya Pijîjkî heye ev nivîsîngeh wê pirsgirêka çûyîn û hatina jinan çareser bike: “Gelek caran dema ez li cihê xwe dereng dikevim ez nizanim çawa li gel şofêrek mêr û bi tenê siwar bibim.”

Çîro Îsmaîl jî bi serkeftina projeya xwe û pêşwazîkirina jinan, pir kêfxweş e û dibêje: “Wê tevayî şofêrên me jin bin. Jin bê dudilî dema bixwazin dikarin li gel hev regezên xwe biçin cihê ku dixwazin.”

Çiro dibêje wergirtina pejirandinê û dîtina cihê nivîsîngeha xwe, wê dest bi kirîna çend otomobîlan bike: “Wê otomobîl ji cûreyên taybet bin û wê ji saet 07.00’ê sibehê heta 12:00’ê şevê kar bikin.”

Back to top button