Polîtîk

Hikûmeta Kurdistanê civiya û çend biryarekên giring dan

Îro li bajarê Hewlêrê li avahiya civata wezîran, civata wezîrên hikûmeta herêma Kurdistanê, bi amadebûna Azad Berwarî cîgirê serokê hikûmetê, di bin serokatiya Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê de civiya.

Di destpêka civînê de,  bernameyê çaksaziyê yê serokê herêma Kurdistanê bilind hat nirxandin û serokê hikûmetê bi giringî ve behsa pirosesa çaksaziyê û zêdetir xizmetkirina hevwelatiyan kir û got:

– Xizmetkirina hevwelatiyan û cîbicîkirina daxazên wan ji karên pêşîn yên hikûmeta herêma Kurdistanê ye, ji ber hindê li ser pêşvebirina pirosesa çaksaziyê, baştirkirina edayê himûmetê û saziyên îdarî, em bi îsrarar in.

Di civîna civata wezîran de, pesindkirina budceya herêma Kurdistanê a sala 2011ê ji aliyê parlamentoyê ve bi gaveke giring hat wesif kirin û sertokê hikûmetê, hemû wezîr raspasrdin ku bend û medayên budceyê ku, gelek destkeftiyên giring ji bo xelkê Kurdistanê tê dene, cibicî bikin. Serokê hikûmetê behsa giringiya budceyê kir û got ku zêdetir ji 34 hezar pirojeyên giring bo hemû deverên herêma Kurdistanê, zêdekirina qerzê xaniyan (krêdîya xanîyan), zêdekirina qerzê zewacê (5milyar dînar), avakirina dibistan û xwendingehên modern, bernameyê geşepêdana şiyanan, meaşê tora civakî ku  150 hezar malbatên hejar û kêderamet werdigirin, di budceyê de hene.

Di civînê de:
1- Her du qanûnên dadgayîkirin û cezakirina serbazan hatin pesind kirin û ji parlamentoyê re hatin şandin.

2- 45milyar dînar ji bo alîkariyên saxlemiyê bi buhayekî erzan bo malbatên hejar û kêderamet. Wezareta tendirustiyê dê vê birayarê cîbiçî bike bi rêya zêdekirina kînîkên milî yên êvariyan, anîna dixtorên şareza û pispor, fehsa belaş û demanên erzan bo wan kesên nikarin li klînîkên taybetî çareseriya nexweşiyên xwe bikin.

3- Wezareta pilandananê pêşniyarên pêwîst ji bona reorganîzekirina awayê karkirina şîrket û kompaniyên biyanî li herêma Kurdistanê pêşkeşî serokatiya civata wezîran bike. Ev jî ji bona rêxistina pirojeyan û hêsankirina îmkanên çavdêrîkirina cibicîkirina wan pirojeyan ji aliyê şîrket û kompaniyan ve.

4- Pirojeyê qanûna civatên wîlayetan psend kir û budceyeke jib o komisyona bala ya hilbijartina hat berdest kirin daku ji bo hilbjartinên civatên wîlayetên herêma Kurdistanê amadekariyan dest pê bikin.

Back to top button